Ji Hevşaredar Besîle Narîn re ceza hat xwestin
- 11:35 16 Çile 2025
- Hiqûq
AMED - Danişîna doza Hevşaredara Hênê Besîle Narînê hat lidarxistin. Dozgerî xwest Besîle Narîn bê cezakirin.
Hevşaredara Hênê ya Amedê Besîle Narîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna doza Besîle Narînê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Besîle Narîn tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Yûsûf Çakas amade bû.
Dozgerî, çalakî û xwepêşandanên Besîle Narîn di demên berê de tev li bûye weke hincet nîşan da û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzer Yusuf Çakas jî ji bo li dijî mutalaayê parastina miwekîla xwe bike, dem xwest.
Dadgehê daxwaza Parêzer Yusuf Çakas qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê Adarê kir.