Feminîstan serdana jinên berxwedêr kir
- 17:00 15 Çile 2025
- Rojane
STENBOL- Femînîstên ku çûn serdana jinên kedkar ên TKIS Blinds, diyar kirin ku pirsgirêkên jinan hevpar in û gotin, "Weke femînîst em dizanin ku dema em bibin yek, ti tişt nikare rê li ber me bigire."
Femînîstan li dijî mûçeyên kêm, zexta serdestan û karê giran, serdana jinên ku bûne endamên sendîka û ji kar hatin avêtin, kirin. Jinên ku çûn serdana konê berxwedanê yê li Tûzlayê, pankarta "Em li gel kedkarên jin ên TKIS Blinds ku li dijî mûçeyên kêm, mobîng û karê giran bûne endamêdn sendîka" vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan" û "Kedkarên TKÎS ne bi tenê ne" hatin berzkirin. Di çalakiyê de Betûl Kocaaslan li ser navê girseyê f eminîstan daxuyanî da.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.