Karkera bi îdiayên endamê meclîsê ji kar hat avêtin:Her kes ker û lal e
- 09:02 14 Çile 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Karkera şaredariyê Belgîn Taş bi endamê meclîsê Ozkan Ozdemîr ku dixwest rê li ber grevê bigire kir re , nîqaş kir û bi KOD 26 ji kar hat avêtin. Belgîn Taş piştî vê li ber şaredariyê dest bi berxwedanê kir û diyar kir ku tiştên hatine jiyîn pêşî li xizaniya jinê vedike û got: “Ji ber CHP yî ye her kes ker û lal e. Ez ji bi vê têkoşîna bi rumet piştgiriyê dixwazim.”
Bi salane xebatkarên şaredariyê bi kodên cuda bêyî tazmînat ji kar tên avêtin.Serhildana karkeran li dijî tunekirina kedê didome. Belgîn Taş ya li şaredariya Kartalê dixebitî bi KOD 26 ji kar hat avêtin. Di hevdîtyinên Peymana Komî ya a Kar a Şaredariya Kartalê de ji ber lihevkirin nehat kirin grev hat destpêkirin. Endamê Meclîsê Ozkan Ozdemîr ku xwest rê li ber grevê bigire û li ser vê bi karkera 11 salan a şaredariyê Belgîn Taş re nîqaş kir û Belgîn Taş bi KOD 26 ji kar hat avêtin. Piştî vê Belgîn Taş di 18’ê Mijdarê de li ber şaredariyê dest bi grevê kir. Belgîn Taş der barê pêvajoya hatiye jiyî de ji ajansa me re axivî.
Bi îfadeyên endamê meclîsê ji kar hat avêtin
Belgîn Taş da zanîn ku ji 2014’an de ye di şaredariyê de dixebite û 5 sal e jî di Midûriyeta Alîkariya Civakî ya şaredariyê de dixebite. Belgîn Taş da zanîn ku wek karkerên şaredariya Kartalê piştî ku di hevdîtinên Peymana Kar a Komî de lihevkirin pêk nehatiye dest bi grevê kirine û wiha got: “Di pêvajoya grevê de karkerên şaredariya Beykozê çop berhev dikirin. Greva me didomiya. Me got ev ne rast e. Wan jî got me talîmat girtiye em peywira xwe dikin. Piştre dîsa konteynirek din hat. Min dîsa heman tişt got. Nîqaş derket. Min got tu ne endamê meclîsê ye.Ji min re got ‘tu li şaredariyê nan dixwî nankorî dikî. Min Ozkan Ozdemîr hişyar kir. Mêran dora me girtin. Piştî me fêm kir ku kesên çopê kom dikin bi armanca parastinê derketine komkirina çopê. Hemû endamên şaredariyê li qadan bûn. Di 3’yê Mijdarê bûyer hat jiyîn. Di 4’ê Mijdarê de ez ji kar hatim avêtin. Ozkan Ozdemîr di 18 mijdarê de der barê min de gilî kiriye.”
Bi KOD 26 ez ji kar hatim avêtin
Belgîn Taş got di encama nîqaşa hatiye jiyîn de ji kar hatine avêtin û got: “Divê biçûna mafê xwe li dozgeriyê biparasta. Şaredar çawa biryarek wisa dide. Ozkan Ozdemîr çû jê re îfadeyên derew got. Ez bi Kod 26 ji kar hatim avêtin. Min biryara lijneya dîsîplînê nedît.”
‘Ji ber CHP di nav de ye her kes ker û lal e’
Belgîn Taş wiha dirêjî dayê: “Bi KOD’an mirovan bi rehetî derdixin. Tiştên hatin jiyîn di heman demê de êrîşek zayendperest e. Pêşî li xizaniya jinê û hepskirina jinan vedikin. Hûn nikarin mafê min yê 11 salan xesp bikin. Ez mêr bûma belkî bihatama xelatkirin. Hêza jinê ji nîqaşê re girtiye. Ez tenê me. Sendîka tuneye, karker ligel min tune ne. Sendîka di xew de ye. Hêvîdarim şiyar bibin. Her kes ker û lale. Ji ber CHP di nav de ye her kes ker û lal e. Ozgur Çelîk, Mert Polat, Gokhan Yuksel çîrokên min dibînin lê ker û lal in.”
‘Ez piştgiriyê dixwazim’
Belgîn Taş da zanîn ku piştî ji kar hatiye avêtin mafê xwe parastiye û ketiye berxwedanê û got: “Ev doz doza mafan e, doza nan dozek e ku her kes dikare hembêz bike û hembêz dike ye. Ez ji bo vê têkoşîna bi rûmet piştgirî dixwazim. Ez dixwazim ku ew li ber xwe bidin. Ez dixwazim ku ew bi min re bin. Ez dixwazim ku karker hêza xwe nas bike. Karker pir tirsonek tevdigere. Lê belê em dibêjin nifira karker wê padîşah bîne xwarê. Em vana vala nabêjin. Karker haya wî ji hêza xwe nîne, ez dixwazim ew pêşî hêza xwe nas bike. Yê ku rizqê dide Xweda ye, tu feydeya vê tirsonek tune ye. Tiştek nehat serê Belgîn Taş, tiştek bi wan jî nayê.”