Yên binçavan de bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kirin

  • 18:58 12 Çile 2025
  • Rojane
MERSÎN - Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclîsa şaredariyê bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kirin.
 
Li Mersînê 10’ê Çile de di serdegirtina malan de hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan, her wiha endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirdahn hatin binçavkirin. Îfadeyên wan yên li dozgeriyê  temam bûn. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê yên binçavan de sewqê dadgehê kirin.
 
Girseya saetên sibehê de hatin ber avahiya şaredariyê dirûşmeyên ‘zext nikarin serî bi me bidin tewandin’, ‘maf, hiqûq û edalet’, ‘Em ê bi berxwedanê biserkevin’ berz kirin.