Li Bendava Tişrînê nobed di roja 4'an de ye
- 12:20 11 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê ku çalakiya wan a li bendava Tişrînê dikeve roja 4'emîn mesaja, "em ê bendavê bernedin" dan.
Bendava Tişrînê ji 8'ê Kanûna 2024'an vir ve rastî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê tê. Li hemberî êrîşan ji bo bendavê biparêzin ji çar aliyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya li bendava Tişrînê di roja xwe ya 4'emîn de didome.
Gelê ku kom bi kom nobetê didomîne, anî ziman ku parastina bendava Tişrînê ji bo hemû Suriyêyê berpirsyariyek netewî ye û dan zanîn ku ew ê bendavê bernedin.
Tê payîn gelê ku ji Kantona Cizrê derketine rê jî tevlî nobetê be.