Zarokên li Konyayê winda bûn li Dîlokê hatin dîtin

  • 18:34 3 Çile 2025
  • Rojane
KONYA - Zarokên keç yên 15 û 16 salî ku li navçeya Selçuklu dijiyan û 7 roj bûn winda bûn hatin dîtin. Malbatan  diyar kirin ku polîsan agahî dane wan lê bi zarokên re neketine têkiliyê.
 
Li taxa Zafer a navçeya Selçuklu ya Konyayê, zarokên bi navê îman Abbas (15) û Medîna Azadî (16) du ji mala xwe derketibûn carek din agahî jê nehatibûn girtin. Di roja 7’an de saetên sibehê de li Dîlokê hatin kirin.
 
Li gorî ferdên ji malbatê polîs li wan geriyane û gotine zarokên wan li Dîlokê hatine dîtin û teslîmê yurda zarokan hatine kirin. Li gorî vegotinên malbatê agahî nehatiye dayîn ku zarok li kîjan yurdê hatine bicihkirin. Kesên ji malbatê gotin tenê numareya telefonê dane wan ku bi yurdê re bikevin têkiliyê û li yurdê geriyane lê rayedarên yurdê gotine zarok ne li yurdê ne.