Hukmê darvekirina du jinên li Idlibê wezîrê HTŞ’ê xwendiye
- 13:25 5 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê yê hikumeta demborî ya Sûriyeyê Şadî El-Weysî, di vîdyoyeke ku dema du jin li Idlibê tên înfazkirini, hukum dixwîne de tê dîtin. Bi vîdyoya ku li ser medyaya dîjîtal hat weşandin, bûyer derket holê û rêveberiya HTŞ’ê diyar kir ku vîdyo rast e.
Platforma piştrastkirina Ferify-Sy, di rapora ku roja 4’ê Çileyê weşand de piştrast kir ku vîdyoya di medyaya dîjîtal de hatiye belavkirin de, du jinên li Idlibê beriya ku werin înfazkirin kesê hukmê wan dixwîne wezîrê dadê Şadî El-Weysî ye.
Verîfy-Sy, a ku saziyeke îmzaker e ji aliyê Tora Kontrola Piştrastkirina Navneteweyî (IFCN)ve hatiye pejirandin; di rapora xwe de diyar kir ku di vîdyoya du jinên bi îdiaya “nelirêtî û fuhûşê” hatine bidarvekirin nîşan dide de û kesê ku di vîdyoyê de hukumê hatiye dayîn dixwîne bi rêbaza deng û analîzê tesbît bûye ku wezîrê dadê Şadî El-Weysî ye.