Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 24’an de didome
- 16:46 5 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 24’an de didome.
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 24’an de didome. Girseya ku di saetên serê sibehê de hate qada çalakiyê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" berzkir û li ber stranên Kurdî govend gerand.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û çalakvanan, armanca çalakiyê ji kesên hatin serdanê re vegotin û rojev nirxandin.
Gelek saziyên ekolojiyê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê bi heyetên xwe re çûn serdana çalakiyê. Ekolojîstan pankarta "Şer hilweşîna herî mezin a ekolojiyê ye" vekirin. Di nobeda girseyî de armanca çalakiyê ji ziyaretvanan re vegot û der barê rojevê de nirxandin kirin. Piştî ku mêvan û çalakger hatin cem hev li dijî êrîşan daxuyanî da.
'Bingeha jiyana azad ava kirin'
Li ser navê ekolojîstan Derya Akyol axivî û diyar kir ku ew ê dest ji parastina Rojava ya ku hêviya jiyana hevpar a gelan e bernedin û got, "Rejîma despotîk a otorîter, mêtinger û antîdemokratîk a li Sûriyeyê bûye rengekî rêveberiyê bi pêkanînên înkar û qetlîamê yên li ser gelên herêmê bi taybetî jî li ser Kurdan ketiye dîrokê. Bi şerê ku li Sûriyeyê pêş ket, gelên herêma Rojava ku qebûl nekirin bibin alîgirê vî şerê bêhiqûqî, bingeha jiyaneke demokratîk, piralî û azadîxwaz ava kirin. Ereb, Suryanî, Keldanî, Tirkmen, Ermenî û Çerkez bi taybet jin ji bo parastina xaka xwe û avakirina modeleke nû bi hev re têkoşiyan û Şoreşa Rojava ku îro ji aliyê hemû cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin, pêk anîn."
'Rojava meseleya namûsê ye'
Ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû diyar kir ku her cure polîtîkayên şer ên li herêmê bandorê li jiyana li herêmê dike û got, "Li Rojava modela ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê heye. Ji ber vê yekê Rojava ne tenê mijara rûmetê ye." Cemîl Aksu da zanîn ku divê modela li Rojava bê parastin û got," Ji bo vê jî divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û modela wê ya ku dixwaze bi xwezayê re jiyaneke aştiyane ava bike bê parastin û banga hevgirtinê li raya giştî ya cîhanê kir."
'Rojava sedema hebûna mirovahiyê ye'
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û got, "Bi vê helwestê, bi vê îradeyê em dixwazin bipirsin çima bi deh hezaran kes li ser sînorê Qamişlo dimeşin." Bêrîtan Guneş Altin, banga rawestandina hewldana tinekirina gelê Kurd û gelên din kir û got, "Rojava rûmeta mirovahiyê ye. Rojava sedema hebûna mirovahiyê ye. Em ê parastina xwe bidomînin’.
"
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.