Li 4 bajaran çalakiya Xizmên Windayan

  • 14:10 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windayan û ÎHD’ê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xwe li dar xistin û banga darizandina kiryaran kirin. 
 
Malbatên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên ku bi daxwaza windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin didomînin. Malbatan û ÎHD’ê di çalakiyan de destnîşan kirin ku ji bo aqûbeta windakiriyan bê aşkerekirin û faîlên wan bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Amed 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windayan di hefteya 820’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hate pirsîn ku çima faîlên Tutiye Talan (66), Tahîr Koza (70), Zana Mercan (16), Sûna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5), Huseyîn Canturk (13), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdûllah Îzgî (40), Mehmet Kaya (25), Mûstafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halîl Dag (70), Îmam Mehdîn Guler (47), Nûrettîn Soyer ên di navbera dîrokên 22-26’ê cotmeha 1993’yan de li Licê hatin qetilkirin nayên cezakirin. 
 
Yek ji şahidê komkujiya Licê Şîar Kaymaz anî ziman ku çi dibe bila bibe divê komkujiya Licê neyê jibîrkirin û destnîşan kir ku divê faîlên vê komkujiyê demildest bên darizandin. Kaymaz, wiha domand: “Bifikirin ku mirov tên qetilkirin û faîl li holê nîne. Heke li vî welatî çareseriyek çêbibe divê ewilî ev komkujî were nîqaşkirin û çareserkirin.”
 
Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka kesên di Komkujiya Licê de jiyana xwe ji dest dane xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
ÎHD û malbatên windayan di hefteya 656’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin. Seroka Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) a berê Şebnem Korûr Fîncanci, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Haci Sancak ê di 3’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hate binçavkirin cenazeyê wî radestî malbata wî hate kirin hate pirsîn. 
 
Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanci ya li vir axivî, bang kir ku daxwazên kesên ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadan e bên bersivandin û wiha got: “Êşeke mezin e ku gora mirovên li ser vê axê hatine windakirin nebe û şîna wan neyê girtin. Ji bo ku kesên ev sûc kirine ceza bigirin hewl didin. Li ser vê axê hêj mirov tên windakirin. Em ê têkoşînê bidomînin. Em ê pirsûna aqûbeta windakiriyan bidomînin.”
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ê daxuyanî xwend anî ziman ku heta encamê bigirin dê li qadan bin. Pişt re çîroka Haci Sancak hate xwendin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windayan di hefteya 146’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Abdulkerîm Yûrtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de piştî ji aliyê leşkerên girêdayî Tabûra Komando ya Geverê ya di bin fermandariya Serdar Mehmet Emîn Yûrdakûl ê rêveberê Çeteya Geverê de ve hatin binçavkirin hatin qetilkirin hate pirsîn. 
 
Endamê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Yûrtseven, Ozeken û Saritaş hate xwendin. Pişt re çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Îzmîr 
 
Malbatên Windayan û ÎHD’ê di çalakiya ku li darxistin de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê piştî darbeya leşkerî ya 1980 hate binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin faîlên wî bên darizandin. 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dix eli ber Sumerbanka kevin a li navçeya Konakê pêk anî. Di çalakiya ku gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir piştî di 13’ê îlona 1980’yan de hate binçavkirin û pişt re hate windakirin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê yê çîroka Cemîl Kirbayir xwend, anî ziman ku heta ku aqûbeta hemû windakiriyan were aşkerekirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.