Di êrişa Tirkiyeyê de 3 jin birîndar bûn 2024-10-26 11:11:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa balafirên bê mirov û bi çek ya dewleta tirk li ser kargeha Zozan a li Dêrikê de 3 jin birîndar bûn.   Êrîşên dewleta Tirk li  ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Balafirên bê mirov û bi çek a dewleta tirk îro 2 caran kargeha mast û penêr a bi navê Zozan li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.   Di encama bombebaranê de yek jê bi giranî, 3 jin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan. Her wiha zirarî madî jî çêbûn.