Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê

  • 11:53 22 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê bi armanca nerazîbûn nîşanî biryarên li er Doza Kobanê bidin heta Wezareta Dadê meşiyan û bang li muxalefetê û hemû pêkhateyên civakî kirin ku li dijî bêedaletiyê di zemînek hevbeş de têbikoşin. 
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenterên DEM Partiyê bi armanca nerazîbûn nîşanî biryarên li ser Doza Kobanê ku hat dayîn, bidin li ber deriyê Çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî dan û paşê heta Wezareta Dadê meş li dar xistin. Parlamenter di meşê de dowîzên “Kobanê rûmeta me ye” û “Doza Kobanê doza kumpasa siyasî ye” û wêneyên siyasetmedarên hatin cezakirin hildan. 
 
Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya meşê li ber Meclisê axivî û got tifaqa AKP û MHP’ê dixwazin li ser dozê siyasetê dîzayn bikin. Gulistan da zanîn ku ji roja hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ve ku AKP ji desthilatê ket ew bi rejîmek zilmê re rû bi rû ne û ev rejîma awarte li dijî siyaseta demokratîk didome û dixwazin desthilata xwe saxlem bihêlin. 
 
‘Bi plana têkbirinê xwest HDP’ê krîmînalîze bikin’ 
 
Gulistan anî ziman ku ji 7’ê Hezîranê ve li dijî HDP’ê û kurdan tifaqa neyartiyê hatiye avakirin û got: “Bi plana têkbirinê xwest HDP’ê krîmînalîze bikin û tasfiye bikin. Vaye yek ji parçeyê vê planê Doza Kumpasê ya Kobanê ye. Ev 6 sal in dozek ku bingeha wê hiqûqî nîne, hat meşandin û lê tişta ku xwestin bi dest nexistin û Doza Kobanê têk çû.” 
 
'Desthilata AKP’ê bi rêya darazê dixwaze xwe li ser pêya bigire'
 
Gulistan destnîşan kir ku roja ku biryara Doza Kobanê hat dayîn darbekar-generalên 28’ê Sibatê hatin berdan û got: “Em vê biryarê gelek manidar dibînin. Bi vê tehliyekirina darbekaran peyamê didin kurdan û dostên wan. Ev rejîmek vesayetê ye. Bi destê darazê dîzayn dikin. Desthilata AKP’ê bi rêya darazê dixwaze xwe li ser pêya bigire.” 
 
Banga têkoşîna hevpar 
 
Gulistan destnîşan kir ku tevî hemû operasyon, binçavkirin, girtin, cezakirin û êrişên li ser HDP’ê jî îro dîsa paradîgmaya wê ya jiyana nû li ser pêya ye û îro jî paradîgmaya jiyana nû bi DEM Partiyê tê hûnandin. Gulistan li dijî şantaj, kumpas û polîtîkayê çewisandinê yên destilatdariyê banga têkoşîna hevpar li hemû aliyan kir. 
  
Piştî daxuyaniyê parlamenter heta avahiya Wezareta Dadê meşiyan û li vir daxuyanî dan. 
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li vir axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha got: “Ji ber ku edalet tune ye her kes di lêgerîna edaletê de ye. Sedemê hemû bêedaletiyên îktidarê rejîma tecrîtê ye ku li ser her kesî tê ferzkirin. Pergala tecrîdê bandorê li ser hemû welat dike. Li welat edalet tune tê hesibandin û ev bêedaletî dixwazin bi pergala tecrîtê berdewam bikin. Ev komploger ango îktidar dixwaze meseleya kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin û lewma bi sedan sal ceza li hevalên me birî. Lewma jî divê em li dijî tecrîdê rabin. Werin em bi hev re li dijî şer derkevin. Divê ku muxalefet û hemû pêkhateyên civakê li dijî tecrîd, bêdaletî û şer rabin û em bi hev re têkoşîna hevbeş bidin meşandin. Werin em bi hev re çareserkirina meseleya kurd a demokratîk bi hev re biparêz in.”