
Hevberdevka HDK’ê: Pirsgirêka kurd dê bi muzakereyan bê çareserkirin
- 09:01 2 Tîrmeh 2022
- Ramyarî
Marta Somek
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û got: "Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de ye û 15 meh in bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Bi armanca tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be û azadiya fîzîkî pêk bê li her çar alî cîhanê çalakî pêk tên. Di 12’yê hezîranê de bi pêşengiya Kongereya Demokratîk a Gel (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin Gemlîkê" li Gemlîk a Bursayê hat xwestin ku meşek pêk bê.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr ji ajansa me re der barê pêvajoya siyasî, zext, girtin, pirsgirêka kurd û tecrîdê de nirxandin kir.
'Êrişên desthilatdariyê'
'Hedef krîmînalîzekirine'
Esengulê diyar kir ku li emniyetê ji hevalên wan pirsa hûn kurdî dizanin a na pirsîne û wiha daxuyand: “Li emniyetê pirsên wekê kesên LGBT û musliman çawa gel hev in? hatine kirin. Her wiha hewl dane têkilî bi rêxistinê bê avakirin. Pirsên absurt û krîmînalîzekirinê ne. Hewldane HDK û HDP’ê krîmînalîze bikin. Hewl didin têkiliya HDP’ê bi civakê re qût bikin. Di pevajoya 2016-2022’yan de ev êrîşa li hember HDP’ê gihiştiye asta herî jor.”
‘Polîtîka tecrîdê teqiya’
Esengulê berdewamiya axaftinê de daxuyakirin ku HDK ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û wiha anî ziman: “Ji ber nasname, bawerî û derdorên cuda di riya sêyem de hatin gel hev hedef hatin girtin. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de ev êrîşên tên kirin ne tesadufin. Birêz Ocalan nêzî 24 sal in di bin tecrîdê de ye. Ev pergala tecrîdê ya bandor li her derê jiyanê kiriye di cihekî de teqiyaye.”
‘Meşa Gemlîkê îtîraza li dijî tecrîdê ye’
‘Yek ji aliyên muzakereyê Ocalane’
Esengulê di dawiya axaftina xwe de ji bo şer biguhere pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û wiha bi dawî kir: “Ancax alî dikarin muzakereyê bikin. Rayagiştî ya demokratîk ji bo muzakereyê dikare zextê bike. Di vî alî de divê hemû alî bên gel hev. Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.”