
'Aktorê dikare pêvajoyê bimeşîne di bin tecrîdê de ye'
- 15:06 27 Nîsan 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li Mêrsînê di hevdîtina “Em li ser Aştî û Civaka Demokratîk diaxivin” de axivî û got ku di pêvajoyê de mijara herî girîng, şertên azad ên xebatê yên Abdullah Ocalan in.
Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) li Mêrsînê bi dirûşma “Em li Ser Aştî û Civaka Demokratîk Diaxivin” civîn hat lidarxistin. Hevdîtin, li Qesra Kongre û Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Wekîlên DEM Partiyê Perîhan Koca, Alî Bozan û Wekîlê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî tev li bûn. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û got ku ew ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşin.
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku her tim pirsa “Kurd çi dixwazin?” tê kirin û wiha domand: “Em dixwazin bibin Kurd. Anku em nikarin bi pênasekirina xwe û nasnameya xwe, bi parastina wê bijîn. Kurd dixwazin li ser vê xakê azad bijîn. Dixwazin bi nasnameya xwe bijîn, zimanê xwe bijîn, çanda xwe bijîn.”
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyeke aştiyane û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka Kurd dikare bi diyalogê were çareserkirin. Bi vekirina rêyên siyasetê û azadiya xweîfadekirinê dikare çareser bibe. Tecrîda li ser birêz Ocalan didome. Weke DEM Partiyê em ne muxatabên meseleyên fesihkirinê û berdana çekan e. Em di qada siyaseta demokratîk de muxatab in. Di dawiya dawî de Ocalan banga çekberdanê li rêxistina xwe dike. Divê ew mesele çareser bibe. Di wê meseleyê de mijara me eleqeder dike ev e; em ji destpêkê heta niha piştgiriyê didin pêvajoyê. Divê hewcehiyên vê pêvajoyê bên cîbicîkirin. Gelo dê zemîna wê çawa were amadekirin? Di her meseleyê de heke hûn çareseriyê bixwazin, gavên divê hûn biavêjin hene. Li rexekî operasyon didomin, di vê rewşê de bi rastî jî dê kongre çawa bicive?”
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Aktorê siyasî yê ku dikare vê pêvajoyê çareser bike, tecrîdkirî ye. Di vê rewşê de pêkan nîne pêvajo baş derbas bibe. Divê di rewşekî azad de bikare fikrên xwe yekser parve bike. Mijara herî girîng, mercên xebatên yên azad in. Muxatabiya pêvajoyê tenê bi partiya îktîdarê re bisînor nîne. Divê hemû hêzên demokratîk jî tev li bibin. Qanehkirina civakê girîng e. Bi sala ye propagandayeke wisa ava kirin û zîhniyeteke nîjadperest afirandin. Em bi perspektîfa neteweya demokratîk nêzî vê meseleyê dibin. Li her çar aliyên Tirkiyeyê em jiyana hevpar diparêzin. Di dawiya vê têkoşînê de em tevek dê bi ser kevin. Çareseriya pirsgirêka Kurd, bi ser şerên navxweyî re ye. Divê li dijî vê banga mezin, aştiyê birêxistin bikin. Ji bo aştiyê peywireke mezin dikeve ser milê me tevan.”
Hevdîtin, bi pirs û bersivan bi dawî bû.