Olympe ji bo paşengên xwe hîna jî serhildanê diafirîne

  • 09:04 7 Gulan 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar fîlozof Olympe De Gouges ku Danezana Mafên Jin û Welatiyan nivîsî, di 272’emîn rojbûna xwe de bi serhildana xwe ya li dijî patrîariyalkarî û giyotînê, dibe pêşenga mêjiyê bê zayend û ji bo paşengên xwe jî hîna gotinên serhildanê dibêje.
 
Nivîskar fîlozof Olympe De Gouges ku Danezana Mafên Jin û Welatiyan nivîsî, di 272’emîn salvegera rojbûna xwe de ye. Olympe de Gouges ya ji bo wekheviya jin û mêr têkoşîn da diyakiriye ku ger mafê jinan ê derketina sêdarê hebe, wê deme divê mafê wan yê derketina kursiyê jî hebe û 2 sal piştî vê gotinê li giyotîn hat definkirin. Olympe di serdema xwe de li dijî tundiyê serî hildaye û ji jinan re mîrateya têkoşînê hiştiye. Ji ber ‘Danezana Mafên Jinan’ nivîsî cezayê kuştinê girt û jinên ku mîrateya wê girtine jî îro kesên newekheviyê qebûl nakin, efû nakin.
 
‘Zewac gora evîn û baweriyê ye’
 
Olympe di 7’ê Gulana 1748’an de li bajarê Montauban a başurê Fransayê hat dinê. Malbatê navê Marîe Gouze lê kir. Ji malbatek burjuvaya biçûk dihat. Bavê wê qesab, dayika wê cil dişuşt. Di 17 salî de bi Luîs Aubry yê ku 30 salî jê mezintir bû re zewicandin. Salek şûnde kurê wê Pîerre hat dinê. Çend meh piştî welîdînê hevjînê wê mir û piştî vê navê Olympe de Gouges girt. Di 1770’ê de bar kir Parîsê û li wir hunermend, siyasetmedar û nivîskar nas kirin. Piştre J.de Rozîeres nas kir û têkiliya wan çêbû. Olympe piştî zewaca ewil got ew ê tu car nezewice û digot ‘zewac gora evîn û baweriyê ye.’ Ji ber vê pêşniyara zewacê ya Rozîeres qebûl nekir.
 
Olympe komek şanoyê ava kir û lîstika xwe ya ewil ‘Zamore û Mîrza an jî Koletiya Reşik’ di 1784’an de nivîsî. Olympe di 9 salên dawiya jiyana xwe de di gelek mijaran de nivisî. Ji ber jinbûn û mijarên wê lîstikên wê heta Şoreşa Fransayê sala 1789’an nehatin çapkirin. Baweriya xwe ya bi şoreşa Fransayê tu car winda nekir.
 
Danezana Mafên jin û welatiyan
 
Şoreşa Fransayê ji bo hemû welatiyan soza azadî, wekheviyê dabû. Lê jinan di nav ‘hemû welatiyan’ de cih negirt û li dijî vê femînîst Olympe de Gouges ‘Danezana Mafên Jin û Welatiyan’ nivîsî. Ev belge xwedî taybetiya ku der barê jinan de yekem belgeya nivîskî ye.
 
Danezanê, ji ber ku derxist holê jin û mêr ne wekhev in, belgeya ewil bû lê dema hat weşandin jî zêde girîngî ji bo belgeyê nehat dayîn.
 
Li dijî darvekirinê mafê jiyanê diparast
 
Olympe heman salê li dijî ‘Peymana Civakî’ ya Jean-Jacques, peymana xwe ya civakî nivîsî. Di vê peymanê de zewaca xwe disparat wekheviya zayenda civakî. Olympe ji bo tiştên bawer dikir heta dawiyê li ber xwe dida, kesek bi biryar bû. Yek ji mijarên ku li dijî vê serî hilda, darvekirina 16’emîn Qiralê Fransayê Louîs bû. Olypme li dijî cezayê darvekirinê bû. Mafê jiyanê diparast.
 
Di 1791’ê de tevlî komeleya Cercle Socîal ya mafê jinan diparast bû. Olympe gotina xwe ya ‘Ji bo jinan mafê darvekirinê tê nasîn, lê çima mafê derketina kursiyê nayê nasîn’ cara yekem li vir got. Vê gotina wê 10’emîn xala Danezana Mafê Jin û Welatiyan ava kir.
 
Gelek bûyerên dema şoreşa Fransayê Olympe nerehet dikirin. Ji ber vê nivîsên wê jî tund bûn. Mijar bi awayekî tund rexne dikir. Pergala serdest a faşîst bi awayekî tund bersiv da helwesta Olympe. Di meha tîrmeha 1793’an de hat girtin. 3 mehan girtî ma. Du nivîsên wê yên li girtîgehê nivîsîn ji aliyê hevalên wê ve hatin weşandin. Berhemên wê xwedî cihekî girîng in. Olympe di 3’ê Mijdara 1793’an de bi giyotînê hat qetilkirin. Dema çû giyotînê jî wiha got; Tîranên hevdem yên dilerizin! Wê dengê min ji kurahiya gora min bê bihîstin. Cesareta min dibe sedema ku hûn zêdetir çavsor tev bigerin.”