‘Zehra bû kevoka aştiyê û navê aştiyê’

  • 09:07 24 Adar 2020
  • Portre
Zeynep Durgut
 
MÛŞ - Îro salvegera çalakiya Zehra Saglam e û Zehra di 25’ê adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Dayika Zehrayê Saadet Saglam got: "Em bi têkoşîna Zehrayê serbilind in û dilê min şewitî lê ez naxwazim êdî dilê tu dayikê din bişewite."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Leyla Guven di 8'ê mijdarê sala 2018’an de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û di 16'ê kanûnê de jî li hemû girtîgehan bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen çalakiyek pêk anî û dawî li jiyana xwe anî û piştre jî Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay bi heman armancê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
Yek ji van kesan ji Zehra Saglam bû. Zehra di 25’ê adarê de li girtîgeha Oltuyê Tîpa T’yê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Zehrayê di bin dorpêç û bêyî merasîma olî bi tevlîbûna çend kesan hatibû definkirin. 
 
Zehra di sala 1996’an de li gundê Xinzorajora navçeya Gimgima Mûşê hat dinê. Zarokatiya Zehrayê li gund derbas dibe û pişt re Zehra dibistana navîn li Mûşê dixwîne. Lêgerîna Zehrayê ya heqîqetê piştî dibistan diqedîne dest pê dike. Helwest û berteka Zehrayê ya li dijî pergala heyî bala herkesî dikişîne. Zehra li ser malbatê bi bandor bû. Zehra tu carî şîdet, zilm û zordestiyê qebûl nedikir. Di sala 2016’an de tevlî PKK’ê dibe û di pêvçûnê de Zehra dîl tê girtin. Zehra dişînin girtîgeha Çewlîgê. Dayika Zehrayê Saadet Saglam ji ajansa me re qala Zehrayê kir û got û Zehra bû navê aştiyê. 
 
'Zehra pirsgirêka her kesî guhdar dikir'
 
Saadete di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Zehrayê û wiha got: "Zehra her tim li hemberî jiyanê bi hestiyar bû. Zehra ji xwendinê pir zêde hez dikir. Dibistana seretayî li gund xwend û pişt re ji li Muşê dest bi dibistana navîn kir. Piştî ku dibistana navîn xilas kir hat gund û dest bi karên destan kir. Qasî salekî li gund destkarî kir. Di vê demê de pir kûr difikirî lê belê me nedizanî ku gelo Zehra çî difikire? Di wan rojên dawî de nêzîkatiya wê pir guherî bû. Di axaftina wê û heta ku hembêzkirina wê de xatir xwestinek hebû. Lê tu caran behsa çûyînê nedikir. Dawiya biharê Zehrayê min wenda bû. Bi rastî jî Zehra jineke pir serkeftî û pir hêja bû. Ji pirsgirêka herkesî re dixwest bibe çareser. 3 salan min kir hawar nalîn lê tu agahî min ji Zehrayê negirt."
 
Zehra: Ez jineke bi hêz im
 
Dayika Zehrayê Saadet, destnîşan kir ku piştî 3 salan agahî hat gotin li Çewlîgê hatiye girtin. Saadet, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî ji bo min û bavê wê rêwitiya ber bi girtîgihan dest pê kir. Em diçûn hevdîtîne. Min her tim ji Zehrayê re digot min tucarî ne dixwest tu bikevî destê dijmin. Zehra li hemberî gotina min digot 'Min ji ne dixwest lê bû’ Zehra ketibû destê dijmin lê di sekna xwe de qet tavîz neda. Piştî salekî şûnde Zehra sirgûnî girtîgeha Oltuyê hat kirin. Di dawiyê de gava ku em çûm hevdîtinê rewşa wê qet nebaş bû. Dema min jê pirsî got 'Dayê ez di greva birçîbûnê de me’. Min jî jê re digot tu nikarî, ev jî min re digot 'Ez jineke bi hêzim û dikarim’. Li gel gotina wê ez pir giriyam. Ji giriyê min pir aciz dibû. Piştî ket greva birçîbûnê got neyên hevdîtinan. Me tenê bi rêya telefonê agahî digirt. Me got bila li gorî daxwaza wê be em ê nîsanê bên hevdîtinê."
 
‘‘Zehra bû kevoka aştiyê'
 
Saadet, diyar kir ku 10 roj ji nîsanê re ma bû ku biçin hevdîtinê, lê belê agahiya mirina wê gihaşt û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Çûyîna wê jî, mirina wê jî di demsala biharê de bû. Ez tu carî definkirina wê ji bîrnakim. Me di bin dorpêça polîsan de bi çend kesan re me merasîma definkirinê pêk anî. Dijmin cenaze desteser kir. Me li gorî pîvanên civakî û olî defin nekir. Me cenaze neşûşt, me ne kefên kir û ne ji destûr dan ku heval û hogirên me tevlî cenaze bibin."
 
'Em bi Zehrayê serbilindin'
 
Dayika Zehrayê Saadet bal kişand ser têkoşîna Zehrayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji rêwitiya Zehrayê bi serbilind in. Yên ku rêya Zehrayê dişopînin û ji rêya Zehrayê ve diçin silav dikin û hurmetê nîşan didin. Keça min bû fedaiya aştiyê. Daxwaza Zehrayê daxwaza me hemû dayikan e. Ji bo ku kuştin, mirin bisekinin ev çalakiye pêk anîn. Zehra bû kevoka aştiyê û navê aştiyê. Dilê min şewîtî lê belê bila dilê tu dayikên din neşewît e."