'Çapemeniya azad û rasteqîn kelema dilê dijmina ye'
- 09:05 23 Kanûn 2024
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Rojnemevanên jin ên bajarê Helebê têkildarî hedefgirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bertek nîşan dan û wiha gotin:"Wê dewleta Tirk nikaribe bi hedefgirtina Rojnemevanan bigihêje hedefa xwe ya ji bo veşartina rastiyê."
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin.
Têkildarî vê êrîşê Rêveberiya Radyoya Şehba FM Ronahî Yosêf her wiha Nuçegihana Jin Tv'yê Berfîn Eloş berteka xwe ya li dijî êrîşê bi ajansa me re parve kirin û gotin wê tu carî li dijî êrişan bêdeng nemînin.
'Ji bo qirkirina gelê kurd êrîş tên dewamkirin'
Ji Rêveberiya Radiyoya Şehba FM Ronahî Yosêf di destpêka axaftina xwe de qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû:"Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Li pira qereqozaxê êrîşên hov a dewleta Tirk hîna berdewam dike. Bi hinceta ewlehiyên sînorî îro dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê kurd êrîşên xwe dide berdewamkirin."
'Rojnemevan ji bo derxistina heqîqetê canê xwe feda dikin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Ronahî Yosêf qala hedefgirtina rojnemevana kir û wiha got:"Ev 12 sal in ku gelê kurd li Sûriyeyê û bi taybet di şoreşa Rojava de her bi êrîşan re rû bi rû bûn lê yê ku van êrîş û qirêjiya dewleta Tirk derdixistin holê û ji cîhanê re radigihandin Rojnemevan bûn lê mixabin heya roja me ya îro rojane ev rojnemevanên ji bo derxistina heqîqetê canê xwe feda dikin bi êrîş û hedefgirtinê rû bi rû tên. Li kêleka hedefgirtina kesên ku vê xakê diparêzin yekser rojnemevan jî dibin hedef. Li ser xaka Rojava bi taybet bi destpêkirina şoreşê zêdetirî 30 rêhevalên me bûn hedefa dewleta Tirk. Yên ku rastiyê eşkere dikin dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker."
'Rojnemevanên me bi fedekariyek mezin berê xwe didan eniyên cengê'
Derbarê hedefgirtina Rojnemevan Cîhan û Nazim de Ronahî Yosêf wiha got:"Di 19'ê kanuna 2024'an de Rojnemevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan dema ku bûyerên dawî li bendava Tişrîn dişopandin û ji bo ku agahiyek rast ji gel re ragihînin li ser riya Qereqozaxê bûn hedefa dewleta Tirk. Her du rojnemevanên me heya kêliya dawî ji jiyana xwe li ser karê xwe bûn. Bi fedekariyek mezin berê xwe dan eniyên cengê çawa ku şervan çekê xwe hildigrin û diçin çeperan van rojnemevanan jî kamereya xwe hilgirtin û berê xwe dan eniyên şer."
'Em ê li ser şopa wan bin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Ronahî Yosêf wiha got:"Beriya ku her du rêhevalên me bigihêjin asta şehadetê me li nûçe û dîmenên wan temaşe dikirin bi coş û kelecanek mezin nûçe ji bo rastiyê ji gelê xwe eşkere bikin çêdikirên û tekoşîna xwe dan berdewamkirin. Îro em bi saya fedekariya pakrewanên xwe em erka xwe berdewam dikin. Em bi wan hene, her çend xebata çapemeniya azad ne hêsan be lê belê bila dilê her du rêhevalên me rehet be ku em ê li ser şopa wan bin. Emê rastî û berxwedana gelê Rojava ji hemû cîhanê re ragihînin."
'Her carê rojnamevanên jin dibin hedefa dewleta Tirk û PDK'ê'
Ronahî Yosêf da zanîn ku her carê rojnamevanên jin dibin hedefa dewleta Tirk û ev tişt lê zêde kir:"Li tevahî cîhanê azadiya rojnemevanên kurd nîne lewma ne tenê dewleta Tirk a dagiker her carê di serî de rojnemevanên jin dike hedefa xwe lê belê mixabin hin aliyên kurdî jî gelek caran rojnamevanên me yên jin kirin hedefa xwe. Ango li pêşberî hedefgirtina rojnamevanên me ya ji aliyê dewleta Tirk bê bertek dimînin. Ev jî di dema hedefgirtina her du rojnamevanên me yên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de qirêjiya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê hat eşkerekirin."
Dewleta Tirk û Hikumeta PDK dengê jin û yên ku rastiyê pêşberî cîhanê radigihînin yekser dikin hedefa xwe. Lewma em dewleta Tirk û PDK'ê bi tundî şermezar dikin."
'Em ê nehêlin dengê rastiyê were qutkirin'
Di dawiya axaftina xwe de Ronahî Yosêf banga tevahî rojnemevanên jin kir ku dest ji xebata rasteqîn bernedin û wiha got:"Banga min ji bo tevahî rojnemevanên jin a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku bi carekê dest ji xebata ragihandina rastiyê bernedin. Em ê bi hev re xeyal û armanca Cîhan, Gulistan, Hêro û hemû pakrewanên çapemeniyê pêk bînin. Em ê nehêlin dengê rastiyê were qutkirin."
'Dewleta Tirk nikare heqîqetê derewîn bike'
Di heman demê de têkildarî heman mijarê Nuçegihana Jin Tv'yê Berfîn Eloş jî wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker rêhevalên me ku li bendava Tişrînê têkoşîna eşkerekirina heqîqetê didan berdewamkirin kir hedefa xwe. Îro dewleta Tirk bi êrîşên xwe wê nikaribe dengê rastî û heqîqetê tune bike. Em ê her tim dengê gel û rastiyê bilind bikin. Em weke jinên rojnemevan ku di şoreşa Rojava de bi jinên pêşeng tên nasîn em ê bi carekê terka erka xwe nekin."
'Emê tol û heyfa wan hilînin'
Di dawiya axaftina xwe de Berfîn Eloş diyar kir ku berteka wan li dijî êrîşan mezintir dibe û wiha got:"Her çiqas dewleta Tirk hevalên me bike hedef ewqas em bi kîn dibin ku tol û heyfa wan ji dijmin bi xebata xwe hilînin. Em bi carekê ranawestin em ê her li pey şopa heqîqetê bin. Em dest ji ragihandina rastiya dewleta Tirk û qirêjiya wê bernadin."