‘Birêz Ocalan mijfteya ku dikare derî vebikeye’
- 09:07 23 Kanûn 2024
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Endama PM ya DEM Partiyê Îdîl Ugurlu got: “Rola birêz Abdullah Ocalan tê zanîn ku mifteya ku dikare derî vebike. Ev hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem ji aliyê hêzên navneteweyî ve hem jî ji aliyê muxalîfên di lêgerîna azadiyê de ne tê zanîn.”
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de di vekirina meclîsê de silav da DEM Partiyê û piştî vê ev wek ‘destê ji bo pêvajoyê hatiye dirêjkirinê’ hat binavkirin. Tevî banga hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin, hat kirin jî hîna pêşketinek şênber tuneye. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re kir û ji wê şûnde cezayên dîsîplînê yên nû hatin dayîn. Der barê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina Îmraliyê jî Wezareta Dadê bersiva ‘em plan dikin, dema makul’ da. Li aliyê din jî êrîşên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê didomin.
Endama PM ya DEM Partiyê Îdîl Ugurlu der barê êrîşan de, tecrîda giran û krîza aborî de nirxadin kir.
‘Wekê tecrîd hatiye rakirin, tevdigerin’
Îdîl Ugurlu da zanîn ku piştî banga Devlet Bahçelî, hevserokên giştî yên DEM Partiyê û berdevkên partiyê daxuyaniyên pêwist dane û got: “Desthilatdarî her ku ket tengasiyê ev hewldan kirin. Dem bi dem dema ketin zorê ev daxuyanî dan. Bi qasî Kurdan û muxalîfan desthilatdarî jî dizane muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Kengê desthilatdarî bikeve tengasiyê deriyekî vedike. Wek ku tecrîdê radikin, pozîsyonan digirin.”
‘Dixwaze beka xwe dirêj bike’
Îdîl Ugurlu wiha anî ziman: “Piştî hilbijartinên giştî yên 2023’an de partiya desthilatdariyê tengezar bû. Nikarin çareseriyan pêk bînin. Yên deng didan wan pir xizan bûn. Piraniya butçeya Tirkiyeyê ji polîtîkayên ewlehiyê re tên veqetandin. Deng ji bo kîjan partiyê bê dayîn jî welatî ji vê rewşê bandor dibin. Desthilatdarî ji bo beka xwe dirêj bike di hewldanan de ye. Dixwaze beka xwe dirêj bike. Bi van hewldanan jî dixwsetin xwe rehet bikin.”
‘Wek tehdîd tê dîtin’
Îdîl Ugurlu balkişan ser şerê tê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Rojhilata Navîn bi çavkaniyên dewlemend û erdnîgariya xwe balê dikşîne. Bala hemû cîhanê li wir e. Her tim hesab û plan li ser hatin kirin. Kurd tenê li Tirkiyeyê tune ne. Li Iraq, Sûriye û Îranê hene. Kurd li Rojhilata Navîn di asta nûnertiya azadiyê û sekuler de ne. HTŞ niha ji bo gelan tehdîdek cidî ye. Ev xetere ji bo Ewropayê jî derbasdar e. Di encamê de rêxistinên selefî hene. Ev her yek wek tehdîd tên dîtin.”
‘Şert û mercan Kurd kirine muxatab’
Îdîl Ugurlu balkişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û wiha anî ziman: “Şert û mercan Kurd kirine muxatab. Muxatabiya birêz Abdullah Ocalan ji berê de tê dîtin. Ev ne tiştekî nû ye. Mînak mutabakata Dolmabahçeyê hatibû rojevê. Tê zanîn ku rola Birêz Ocalan her tim mifteya ku dikare derî vebike ye. Hem Tirkiye, hem hêzên navneteweyî hem jî muxalîfên lêgerîna azadiyê de ne vê dizanin. Divê ev baş bê xwendin.”
‘Wê jin di muxatabiyê de şûnde nemînin’
Îdîl Ugurlu bi lêv kir ku yên ji şer herî zêde bandor dibin jin in û wiha got: “Di şer de jin bi her cureyê zext û tundiyê re tên rû hev. Hem beden hem cîhana zîhnî ya jinan tê dagirkirin. Aliyê ku herî zêde tê binpêkirinê ne. Ev rewşek sîstematîk e. Divê jin li dijî vê rewşê xwe rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin. Divê jin di mijara mutaxabiyê de ger ku pêvajoyeke bê meşandin, divê bibin aliyê ku xwe wek hêz dibînin.”