2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (4)
- 09:08 23 Kanûn 2024
- Rojane
Têkoşîna azadiyê ya ji Kurdistanê li cîhanê belav bû
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr saleke têkoşînê ya jinan a li Kurdistanê nirxand û got: “Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka zayendî ye, li dijî hemû newekheviyên civakî dozeke gerdûnî ya hebûnê ye. Ev têkoşîna azadiyê hem li ser asta herêmî û hem jî li cîhanê didome û jin her roj dengê xwe zêdetir dikin, mafên xwe diparêzin û têkoşîna xwe ya wekheviyê didomînin.”
Sala 2024’an bû salek ku têkoşîna tevgera jinên Kurd a li dijî mêtîngeriya baviksalarî, mîlîtarîzm û polîtîkayên dewletê îlhamê dide tevgerên jinên cîhanê. Jinên Kurd ên ku bi armanca wekheviya zayendî, edaleta ekolojîk û jiyana demokratîk hatin birêxistinkirin, ji têkoşîna xwe ya li ser asta herêmî heta torên hevgirtina navneteweyî li gelek qadan berxwedana xwe domandin.
Destkeftiyên jinan ên ku hebûna wan di jiyana siyasî û civakî de xurt kir, hem li herêmê hem jî li cîhanê bal kişand ser zext û polîtîkayên tundiyê yên tund. Tevî van şert û mercên dijwar, tevgera jinên Kurd bi berfirehkirina têkoşîna azadî û wekheviyê, ji bo guhertin û veguhertina civakî xeteke girîng a berxwedanê ava kir.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) aktivisti Hacer Ozdemir, têkoşîna jinan a salekê û zextên pê re hatine rû nirxand.
Hacer Ozdemîr sala 2024’an wiha nirxand:
"Azadbûna jinê ne tenê ji bo wekheviya zayendê ji bo guhertina civakê jî şerê ku tê dayînê ye. Rojhilata Navîn sedsala 21’ê de bûye navenda krîz û şerên mezin. Ev pevçûnên sînorên netew-dewletan j inûve teşe dike heman demê de mîlîtarîzmê ji nûve hildiberîne. Vê pêvajoyê de jin hedef tên girtin. Krîza aborî, xizanî, travmayên civakî. Li her derê qada jiyan ajinan tê tengkirin. Polîtîkayên netew delwetan jinan hedef digirin. Ev şer ne tenê sînoran, civakan jî ji nûve ava dikin. Azadiya jinan ne tenê mijara zayendê heman demê de xeta berxwedana li dijî serdestiyane. Di vê hawira kaotîk de tevgera jinên Kurd ne tenê mijara azadiyê heman demê de serhildana li dijî pergala patrîarkal derxistiye holê.
Jinên kurd bûne pêşengên têkoşînê. Jinên Kurd di globalbûna tevgera jinan Rojhilata Navîn de rolek krîtîk lîstiye. Rojhilata Navîn bûye mîrateya hevpar a mirovahiyê. Lê bi salane ev ax tê binpêkirin. Şer tenê axê hedef nagire, jinê, bedena jinê, nasname û azadiya wê hedef digire. Fêmkirina bandora şer bi têgeha (gender-based violence) dikare bê fêmkirin. Jin li aliyekî li dijî bandora şer têdikoşin li aliyê din jî ji bo aştî û wekheviyê têdikoşin. Ev jî jinan nake mexdurên şer dike damezrînerên aştiyê.Ji ber polîtîkayan krîza aborî, xizanî û tundî zêde dibe. Ev jî bandor li sr jin û zarokan dike. Tevgera jinên Kurd di têkoşîna li dijî patrîyarkal de kampanyayên girîng pêk anîn.Li Rojhilat piştî ku hêzên Îranê Jîna Emînî qetil kirin, dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ veguherî qêrîna jinan û bi vê re kampanya hat destpêkirin.Jinên Kurd 2023’an de kampanya dan destpêkirin û bi jinên Tirkiyeyê, femînîst û aktîvîsên jin re kampanya xurt kirin û çarçoveya vê de hevdîtin pêk anîn.Sala 2023’an ji bo jinan bi civîn, hevdîtin û xeta hevpar a têkoşînê derbas bû. Di mijar abilindkirina têkoşîna rêxistinkirî de demek xurt a berxwedanê bû. Li welat nasnameya jinbûnê xwe re tehdîd, zext û qetilkirin jî anîn.
Polîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê destpê kir li tevahiya civakê belav bûye. Kampanyaya " Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" ku li dijî polîtîkayên tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê hatiye destpêkirin, ne tenê li herêmê, di heman demê de qada cîhanî jî girtiye û li cîhanê belav bûye, qadeke girîng ava kiriye.
Sîstema hevserokatiyê ya ku bi têkoşîna azadiya jinên Kurd ava bûye û hebûna hevşaredarên jin ên bi îradeya gel hatine hilbijartin, her tim bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ye. Ev rewş bi têgînên weke zexta siyasî û şîdeta li ser bingeha zayendî tê ravekirin û weke stratejiyeke pêşîgirtina li hewldanên jinan ên ji bo hebûna xwe di qada civakî û siyasî de tê ravekirin. Jinên Kurd dema ji bo wekheviya zayendî, zimanê dayikê, mafên jinan û aştiya civakî têdikoşin, gelek caran rastî tundiya polîsan tên, rastî lêdan û binçavkirinan tên. Jinan salek xwe ji bo aştî û azadiyê li kolanan derbas kir.
Polîtîka bêcezahiştinê kûr bû. Li Kurdistanê rewş hîn girantir bû. Li Şinexê çawîşekî pispor sê jin tacîz kir. Ev ji polîtîkayên şer serbixwe nîne. Li Dêrikê sê gumanbarên destdirêjiya sîstematîk hatin berdan. Li Nisêbînê çawîşê pispor yê 4 zarok îstîsmar kir hatin berdan. Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş nehat ronîkirin, Narîn Guran a 8 salî di bin agahiya malbatê de hat qetilkirin. Heqîqeta di bin mirinên Rojîn û Narînê de nehatin ronîkirin. Ev jî rastiye ku jin tu car dest ji têkoşînê bernadin. Dîsa ji ber ku jinên Kurd hatine hilbijartin û di organên desthilatdar ên partiya DEM’ê de cih digirin, rê li ber îşkenceya li kolanan nayê girtin. Kişandina bi zanebûn cil û bergên Hevseroka Giştî ya DEM'ê ya Stenbolê Gonca Yangöz a ku di civîna çapemeniyê ya li Bakirkoya Stenbolê ku mafekî demokratîk e hat binçavkirin û eşkerekirina laşê wê ji aliyê hêzên hiqûqê ve sûcekî eşkere yê îşkenceyê ye. jinên kurd. Rabîa Önver ku hem Kurd e, hem jin û hem jî rojnameger e, nûçeyên komên çete yên ku jin û zarokan dikin hedef û di vê nûçeyê de jî îfadeyên şahidên ku li Colemêrgê jinên ciwan xistiye nava tiryak û fuhûşê, derketiye holê û berovajî kesên ku dibêjin, ev sûc kir, ji bo Rabîa Onver biryara girtinê hat dayîn. Di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.
Qeyûmên tayînê şaredariyan bûn jî êrişek li hember pergala hevserokatiyê ye.Bi pergala hevserokatiyê jin di rêveberiyên herêmî de bûn hêz. Desthilatdarî ji van polîtîkayên jinan tirsiyaye. Pergala hevserokatiyê îradeya jinê xurt dike û civaka demokratîk ekolojîk hedef dike. Ev êrîş li dijî nûneriya wekhev a jinên Kurde. Dîsa dayikên aştiyê bi salane di bin êrîşên sîstematîk de ne.
Emine Kaya (54), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59) yên nexweşiyên wan yên kronîk hebûn dema dibirin girtîgeha Tîpa M ya Êlihê lêgerîna gazî lê ferzkirin. Li Sîlopiyê dayikên Aştiyê di çalakiya nobetê de hatin binçvkirin. Konferansa Navneteweyî ya Girtiyên Siyasî yên Jin Konferansa navneteweyî ya bi navê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşîna Dîwarên Derdora Girtiyên Siyasî yên Jin" di 13/14 Çileya 2024’an de li Amedê hat lidarxistin. Gelek runiştin pêk hatin û atoley pêk hatin.
Kovara Jineolojiyê di 21-22 Îlonê de komxebatek bi navê “Sedsala 21’an de Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Sîstema Serdest a Mêr” pêk anî. Pêkhateyên tevgera jinên Kurd û jinên ji pêkhateyên cuda yên siyasî yên li Tirkiyeyê ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin jî beşdar bûn. Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê qadan û kolan tijî kirin. Di vê çarçoveyê de berxwedana tevgera jinên Kurd mînakeke girîng a têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Ev tevger ne tenê mafên jinan diparêze, ji bo azadiya gel û civakekê jî têdikoşe. Jinên Kurd bi hedefgirtina pêkhateyên baviksalarî, mîlîtarîzm û polîtîkayên zextê yên dewletê hem di asta civakî û hem jî di asta siyasî de destkeftiyên girîng bi dest xistine.
Bi kurtasî, tevgera jinên Kurd ne tenê sembola têkoşîna rizgariya Gelê Kurd, bûye sembola hemû jinan. Destkeftiyên vê tevgerê ne tenê jina Kurd, di heman demê de jinên cîhanê îlham dide tekoşînê. Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka zayendî ye, li dijî hemû newekheviyên civakî dozeke gerdûnî ya hebûnê ye. Ev feraseta azadiyê hem li herêmê hem jî li cîhanê didome û jin her ku diçe dengê xwe bilind dikin, mafên xwe diparêzin û têkoşîna xwe ya wekheviyê didomînin.