Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir

  • 10:23 27 Hezîran 2024
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo Behra Reş hişyariya baranê, ji bo Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo herêma Behra Reş hişyariya baranê, ji bo herêma Marmara û Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir. Li gorî daxuyaniyê li Rîze, Artvîn, Gîresûn û Trabzonê dê baran bibare û li Kurdistanê û Marmarayê jî bahoza ku leza wê di saetekê de digihije 40-50 kîlometreyan dê rabe.