Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir 2024-06-27 10:23:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo Behra Reş hişyariya baranê, ji bo Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo herêma Behra Reş hişyariya baranê, ji bo herêma Marmara û Kurdistanê jî hişyariya bahozê kir. Li gorî daxuyaniyê li Rîze, Artvîn, Gîresûn û Trabzonê dê baran bibare û li Kurdistanê û Marmarayê jî bahoza ku leza wê di saetekê de digihije 40-50 kîlometreyan dê rabe.