 
				Zarokan, zeytûn ji bo şêrînkirinê şikandin
- 14:40 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	AMED - Xwendekarên Zarokistana Perperikê ya Krêş û Lênihêrîna Rojane, ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Çandî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibinin, beşdarî çalakiyeke watedar bûn.
	Di kreşê de, ku girîngiyê dide fêrbûna bi xwezayê re, bi xwendekaran re zeytûn ji bo şêrînkirinê şikandin. Zeytûnên ku ji Dêrika Çiyayê Mazî hatibûn anîn, zarokên biçûk bi pêvajoya hilberînê ya zeytûnan heta şêrînkirinê şahidî kirin.
	Zarokên ku di bin rêberiya mamosteyên xwe de zeytûn yek bi yek şikandin û bi baldarî xistin bîdonan, di derbarê qonaxa xistina bidon, lêzêdekirina avê û pêvajoya şêrînkirinê de agahî standin. Di vê xebatê de, ew ji daran heta pêvajoya xwarinê bûn şahidê rêwîtiya zeytûnan; pêvajoya hilberînê keşf kirin û têgehên ked û xwezayê hîn bûn.
	Şaredariya Peyasê bi çalakiyên wiha armanc dike ku di temenê biçûk de hişmendiya zarokan a li ser pêvajoyên çandinî û xwezayî zêde bike.

 
				 
				 
				 
				 
				





