 
				Letonya ji Peymana Stenbolê ya mafên jinan diparêze vekişiya
- 14:26 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenta Letonya biryar da ku ji Peymana Stenbolê ku armanca wê pêşî li tundiya li ser jinê girtine, vekişe. Bi vê biryarê re Letonya yekem welatê Yekîtiya Ewropayê ku ji peymanê vedikişe.
	Di dengdana li Rîgayê de, 56 parlamenteran dengê xwe dan vekişînê, 32 li dijî wê derketin û 2 jî bêalî man. Ji bo biryarê pêdivî bi erêkirina Serokkomar Edgars Rinkevics heye.
	Parlamenterên rastgir îdia kirin ku Peyman Stenbolê zayendperestiyê pêş dixe.
	Serokkomar Rinkevics, dengdan wekî gaveke siyasî ya beriya hilbijartinê nirxand û got ew ê biryara xwe ‘li ser bingeha qanûnî binirxîne.”
	Ev biryar bû sedema nerazîbûna welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan. Li Rigayê li dijî biryarê bi hezaran kes daketin qadan û bi berzkirina dirûşmeya ‘Dev ji parastina êrîşkaran berdin!’ xwepêşandan lidar xistin.
	Navenda MARTAY’ê ku ji bo mafên jin û koçberan xebat dimeşîne diyar kir ku bi saya Peymana Stenbolê guhertinên hiqûqî yên li dijî tundiya li ser jinê xurt bûne û got ku li dijî tundiya navmalê qanûn hatine derxistin.
	Serokkomarê berê yê Letonyayê Vaira Vike-Freiberga, biryar wekî "gaveke xeternak a ku ji propagandaya Putin îlham girtiye" bi nav kir.
	Her wiha li Letonyayê partiyên rastgir pêşnûmeqanûneke nû ku mafê kurtajê sînordar dike jî amade dike.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





