Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê didome

  • 15:36 31 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebceyê Festîvala Hinar û Payîzê ji bo kerta çandinî û geştiyarî ya herêmê bûye debarek girîng. Xwediyên kar û rêveberên festîvalê dibêjin, hinar û berhemên xwemalî yên herêmê weke marqeyek lêhatine û ji her derê geştiyar berê xwe didin Helebceyê.
 
11’emîn Festîvala Hinar û Payîz ya Helebceyê, duh bi beşdariya zêdetirî 600 xwediyên kar, baxçevanan destpêkir. Di festîvalê de ji hinaran bigire heya, difsa tû, gûz, runê Kurdî û gelek berhemên din ên xwe malî hebûn.