Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Sirri Sureyya Onder

  • 16:32 18 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE - Girtiyên Doza Kobanê peyam ji Sirri Sureyya Onder re şandin û gotin: "Baweriya me ew e ku hûn ê zûtirîn demê de pêvajoyê bigihînin encamê û di demeke kurt de baş bibin."
 
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dewam dike, Zeynep Karaman û Pervîn Odûncû, du girtiyên doza Kobanê yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, bi rêya parêzerên xwe peyamek ji bo Sirri Sureyya Onder  şandin.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Em bi xemgîniyek mezin ji nexweşiya krîtîk a Sirri Sureyya Onder hîn bûn. Aştî pir zehmet e, divê tu jê bawer bikî. Sirri Sureyya Onder; baweriya xwe bi aştiyê anî û ji bo vê yekê gelekî xebitî. Mîna her demê baweriya me tam e ku ew ê bi berxwedanê bi ser bikeve, dilê me ji bo wî li zindanê lê dide. Em weke rêheval û hevalên heman dosyayê daxwazên xwe yên herî baş radighînin û di demeke nêz de baş dibin. Dilê me bi te re ye."