YCK-KURD li 4 cihan konferans li dar xist
- 15:45 29 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YCK-KURD, beriya kongreya xwe ya damezrîner a ku dê 13ê Mijdarê li Amedê were lidarxistin, li Nisêbînê Konferansa Herêma Botanê pêk anî.
Yekitiya Ciwanên Komunalîst a Kurd (YCK-KURD) , beriya kongreya xwe ya damezrîner li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Konferansa Herêma Botanê li dar xist. Ciwanên tev li konferansê bûn dema ketin eywana konferansê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Dema hevdîtina bi ruhê ciwanên komînalîst a bi serokatiya azad re”, “Hêza me yekitiya me ye, bijî ciwanên Botanê”, “Yek deng yek dil yek paşeroj, paşeroj bi destê ciwanan e” û “Ji vejîneke yek gav ber bi azadiyeke hezar gav”, “Ciwanan dest pê kir, ciwan dê bi ser bikevin” û “Bi ciwaniya rêxistinkirî ber bi serokatiya azad ve” hatin daliqandin.
Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, konferans bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Piştî pêşandana sînevîzyonê axaftina vekirinê endama YCK-KURDê Tuba Çelîk kir û wiha got: “Beriya 10 salan dema ku ciwan rêxistinkirî bûn, me li Bakurê Kurdistanê li dijî madeyên hişber û fihûşê herî xurt li ber xwe dida. Lê di van 10 salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku ciwanên Kurd ji çand û nirxên xwe yên civakî werin dûrxistin. YCK-KURD li dijî van polîtîkayan ji bo ku bi awayekî xurt û rêxistinkirî bibe bersiv, hat damezrandin.”
‘Weke jinên ciwan em ê bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî tevbigerin’
Tuba Çelîk da zanîn ku hedefeke din a polîtîkayên şerê taybet jî jinên ciwan in û wiha berdewam kir: “Bi taybetî ji bo ku jinên ciwan li derveyî têkoşîna civakî bimînin, xebateke mezin hat meşandin. Em ê jî bi vê têgihiştinê, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ wekî Jinên Ciwan ên Komunîst ên Kurd bi awayekî xurtir bibin bersiv.”
‘Ciwan siberoja me ne’
Piştî ku axaftina vekirinê bi dawî bû, li ser pêdivî û armancên damezrandina YCK-KURDê hat axaftin û ciwanan pirsgirêkên ku li herêmê rastî wan tên û xebatên rêxistinkirinê nirxandin. Piştre Dayika Aştiyê Perîhan Altug axivî û wiha got: “Ciwan siberoja me ne; ev têkoşîn bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi dawî bibe. Divê em her tim xwedî li ciwanên xwe derkevin. Em bawer dikin ku aştî û dadwerî dê bi saya pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û bi xebata ciwanan bê.”
Piştre nameya Fatma Aslan û Dîlan Aslan ên ku di dema Şerê Xweseriyê de li Nisêbînê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê dimînin hat xwendin. Name ji aliyê endama YCK-KURDê Lorîn Aryen Turgut ve hat xwendin.
Konferans bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.
Enqere
YCK-KURD beriya kongreya damezrîner a Amedê konferansa herêma Anatoliyaya Navîn li dar xist. Di konferansê de peyama ciwan dê bibin kirdeya avakar a civana komînal a demokratîk hat dayîn.
Yekitiya Ciwanên Komûnalîst ên Kurd (YCK-KURD), beriya kongreya damezrîner a Amedê ku dê di 13yê Kanûnê de li Amedê were lidarxistin, li eywana konferansê ya TMMOBê ya Çankaya Enqereyê konferansa Anatoliyaya Navîn li dar xist. Li eywana konferans hat lidarxistin pankarta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser “Bi Rêbertiyê Azad dema serkeftinê ye, me ciwan dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin” hat daliqandin. Her wiha pankartên li ser, “Qirkirina xwezayê qirkirina jiyanê ye” û “Heza jinên ciwan dema serkeftinê” daliqandin. Malbatên girtiyên nexweş û Dayikên Aştiyê jî tev li konferansê bûn.
Bi sedan ciwanên li eywana konferansê kom bûn li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Konferans ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala têkoşîna ciwanan dike hat temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Jinên Komînalîst hat xwendin.
‘Armanca me azadiya Rêber Apo ye’
Piştî xwendina perspektîfê endamê YCK-KURD Jiyan Altun bi lêv kir ku ruhê ciwantiyê ew anîne ba hev û wiha got: “Ciwan kî ne hevalno. Ciwan ruh e. Ciwan azadî ye. Ciwan Alî Çiçek e. Ciwan nasname ye. Ciwan Rêber Apo ye. Êrişên li ser ciwanan bi şerê taybet berdewam dike. Dixwazin ciwanan ji holê rakin. Ciwan polîtîk û dînamîk in. Ji bo wê jî ciwanan naxwazin. Ev dewlet ji ciwantiya me ditirse. Em di pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk a Komînal de ne. Ciwan kirdeyên avakar a avakirina Civaka Demokratîk a Komînal in. Xwestin me asîmîlê bikin û ji holê rakin. Lê bila baş bê zanîn em ê çi mafê me hebe yek bi yek bistînin. Armanca me diyar e; Azadiya Rêber Apo ye. Armanca me ya serekê ev e.”
‘Em Apocî ne û em ê bi ser bikevin’
Jiyan Altun diyar kir ku divê ciwan misyona ciwantiyê ya pêşeng bigirin ser milê xwe û ev tişt anî ziman: “Ciwan divê polîtîk bibin. Divê hincetan nebînin. Divê em bipirsin çima taxên têkoşîn lê belav bûyê îro bûne qadên şerê taybet û tîryakê. Divê ciwan li dijî şerê taybet têbikoşin. Em li vir soz didin ku heta dawiyê em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî bidomînin. Bi ruhê seferberiyê em we bangî li kongreya me ya damezrandin a 13ê Kanûnê ya Amedê dikin. Weleh em ê bi ser bikevin. Em Apocî ne û em ê bi ser bikevin.”
Mehmet Siddik Yarçin jî da zanîn ku 2 sal ji ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye û wihat got: “Têkoşîna me ya serkeftina vê pêvajoyê û çareseriya pirsa Kurd didome. Li zanîngehan jî em xwe bi rêxistin dikin û ji bo serkêftina pêvajoyê têdikoşin.”
‘Zimanê zikmakî bi qastî nan û avê girîng e’
Besna Gumuş jî li ser mafê zimanê dayikê rawestiya û ev tişt vegot: “Zimanê zikmakî weke Rêber Apo jî dibêje yekrm civakîbûn e. Ji bo wê jî serdest di serî de êrişî ziman dikin û polîtikayên bişaftinê didin meşandin. Ez bawer im ciwanên me yên li vir jî berpirsyariya vê yekê dibînin; Li dijî zimanê kolonyalîst xwedî derketina zimanê zikmakî erkeke sereke ye. Zimanê zikmakî bi qasî nan û avê girîng e. Ciwan pêşeroj û avakerên pêşerojê ne. Heke em qada ziman û çandê vala bihêlin ew qad jî dê bi asîmîlasyonê re rûbirû bimîne. Divê ciwan di van qadan de jî rola avakar bilîzin.”
Piştre jî ciwanan bi dorê mafê axaftinê girtin û li ser girîngiya têkoşîna ciwanan axivîn.
Piştî axaftinan konferansa ciwanan bi dawî bû. Piştre jî ciwan ji bo konserê derbasî Navenda Giştî ya DEM Partiyê bûn. Di seat 17an de ji aliyê hunermend Kadîr Çat ve konserek bê dayîn.
Stenbol
Yekitiya Ciwanên Komunalîst ên Kurd (YCK-KURD), beriya kongreya xwe ya damezrîner ku dê di 13ê Kanûnê de li Amedê pêk bîne, li Stenbolê konferansa Herêma Marmarayê li dar xist. Di konferansê de hate diyarkirin ku îradeya hevbeş, keda rêxistinbûyî û ciwaniyeke ku xwedî baweriyê bi hev dibe, di şert û mercên herî dijwar de jî dikare rêyekê bibîne yan jî rêyeke nû biafirîne û wiha hate gotin: “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.”
Yekitiya Ciwanên Komûnalîst ên Kurd (YCK-KURD), dê di 13ê Kanûnê de li Amedê kongreya xwe ya damezrîner li dar bixe. Beriya kongreyê li Eywana Labella ya Okmeydaniya Stenbolê konferansa Herêma Marmarayê li dar xist. Di eywanê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Em têkoşîna xwe bi bîr, bawerî, hevaltî û girêdanbûyîna şehîdan û Rêber Apo mezin dikin” û “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin” hatin daliqandin. Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, nûnerên saziyan û gelek kes tev li konferansê bûn.
Konferans bi axaftina endama YCK-KURDê Uveyş Tatli dest pê kir.
‘Erkê me ew e ku em ne tenê bi gotinan bîranîna wan bijîn’
Uveyş Tatli diyar kir ku ew kesên ku temenê xwe kirin xewna azadiyê; ciwaniya xwe, hêviyên xwe û siberoja xwe ji bo rojên ku gelê wan azad bijî terxan kirin û wiha got: “Hin di lûtkeyên çiyayan de, hin di tariya zindanan de, hin ji di kolanên bajaran de nefesa xwe ya dawî dan. Lê tu kes ji wan tenê bîranînek li pey xwe nehişt. Her yek ji wan peyamek, hêviyek û mîrateyeke têkoşînê hişt ku divê ji siberojê re were veguhastin. Erkê me ew e ku em ne tenê bi gotinan bîranîna wan bijîn; lê jiyana azad a ku wan xeyal dikir, bi kedeke rêxistinbûyî, bi hevkariyê, bi çandê û bi têkoşîna civakî mezin bikin. Bi van hest û ramanan, em bi girêdariyeke kûr silavê didin Rêber Apo û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz, spasdarî û hesretê bi bîr tînin.”
‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’
Uveyş Tatli anî zîman ku ew neçar in li her qada ku ciwan lê hene, ji çar aliyên Kurdistanê heta bajarên cuda yên Tirkiyeyê, hebûna xwe xurt bikin û wiha axivî: “Bi zimanê xwe, çanda xwe, hunera xwe, keda xwe û lêgerîna azadiyê nirxên jiyaneke nû biafirînin. Li pêşiya me rêyek dirêj, astengiyên ku divê em derbas bikin û xewnên mezin ên ku divê em pêk bînin hene. Lê em dizanin ku îradeya hevbeş, keda rêxistinbûyî û ciwaniyeke ku xwedî baweriyê bi hev dibe, di şert û mercên herî dijwar de jî dikare rêyekê bibîne yan jî rêyeke nû biafirîne. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.”
‘Îro li cîhanê jî guhertinekî heye’
Piştî axaftina vekirinê, endamê YCK-KURDê Emîrhan Tûrhan nirxandina siyasetê kir. Emîrhan Tûrhan diyar kir ku Amerîka di nava xitimandinê de ye û dixwaze vê xetimandinê bi hêzên din re çareser bike û wiha got: “Bi vê jî Amerîka naxwaze ji hêzên cuda cuda re hevkariyê bike. Ev polîtîka jî dibe sedema ku piştgiriya hêzên serdest dike. Îro li Iraqê destkeftiyên gelê Kurd li gorî parçeyên din zêdetir e. Lê ev 2 sal in li Başûr hikûmet nehatiye avakirin. Ev jî dibe sedem ku destkeftiyên Kurd di bin xetereyê de bin. Piştî ku Iraq xwest li destkeftiyên Kurdan dest derxîne gelê Kurd bû yek û bertek nîşan da. Lê rewşa Başûr jî girêdayî Bakur e. Li Bakur jî bi banga Rêber Apo pêvajoyekî dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoyê gelek niqaşên girîng dest pê kir. PKK gelek gavên girîng avêt û got; em ê êdî têkoşîna xwe bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin. Lê hê jî bingeha siyaseta demokratîk nehatiye avakirin. Divê dewlet di nava xwe de guhertinekî çêbike. Îro li cîhanê jî guhertinekî heye. Her dewlet dixwaze di nava vê guhertinê de cih bigire. Niqaşa entegrasyonê heye entegrasyonekî demokratîk û asîmalasyonekî. Em ê bi hêza xwe entegrasyonekî demokratîk ava bikin.”
Piştî axaftina Emîrhan Tûrhan sînevîzyona ku qala têkoşîna ciwanan dike hate temaşekirin.
‘Em dixwazin bila tevahî ciwan tev li komînan bibin’
Endama YCK-KURDê Rûken Arvas jî derbarê YCK-KURDê de axivî.
Rûken Arvas anî ziman ku di sala 1973yan de bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn dest pê kiriye û ev nirxandin kir: “Bi kombûna koma Apociyan têkoşîn dest pê kiriye. Paşê di sala 1978an de PKK hatiye avakirin. PKK di dîrokê de deng vedaye. Di 7ê Mijdarê de YCK-KURD hate damezrandin. Paşê amadekariya konferansê dest pê kir. YCK-KURD ji bo rêxistinên ciwanan banekî ye. Em dibêjin şerê taybet di nava ciwanan de belav bûye. Bi partiya siyasî jî em nikarin pêşiya wê bigirin. Em ê dawiya şerê taybet çawa bînin? Di perspektîfa YCK-KURDê de jî tê gotin avakirina komînê girîng e. Ev komîn di gelek mijaran de dikare xwe birêxistin bike. Em dixwazin bila tevahî ciwan tev li komînan bibin. Em ê ji bo azadiya fizîkî û rêxistina ciwanan bixebitin.”
‘Em wekî ciwanên komînalîst kêmasiyên xwe ji holê rakin û ji bo azadiya Serok Apo têbikoşin’
Di dawiyê de endamê YCK-KURDê Rojhat Taşdemîr jî destnîşan kir ku di nava ciwanan de sekna desthilatdariyê zêde bûye û wiha axivî: “Divê hevaltiya me wekî Xeyrî Dûrmûş be. Em soz didin ku em wekî ciwanên komînalîst kêmasiyên xwe ji holê rakin û ji bo azadiya Serok Apo têbikoşin.”
Piştî axaftinan delega hatin hilbijartin û konferans bi gerandina govendê bi dawî bû.
Îzmîr
Yekîtiya Ciwanên Komunalîst ên Kurd (YCK-KURD) Konferansa xwe ya Herêma Egeyê li Îzmîrê li dar xist. Di konferansê de hate diyarkirin ku ciwan dê ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe ji nû ve birêxistin bikin.
Yekîtiya Ciwanên Komunalîst ên Kurd (YCK-KURD) Konferansa xwe ya Herêma Egeyê li Navenda Kongreyê ya Tepekûleyê ya li navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê li dar xist. Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir. Li salona ku konferans lê hate lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi “Wê lingên hespê derwêşan di bajarê mişkan de nema bişkên” û “Em yekîtiya ruhî ne, ruhê roja me ruhê me hemûyan e” hatin daliqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt ku di konferansê de axivî, pîrozbahî li konferansê kir û wiha got: “Li Rêber Apo, şehîdan, malbatên şehîdan, ciwanan û pêşeroja wan re pîroz be. Em bi vê coşa we kêfxweş in. Em bi ked û hewldana ciwanan gihîştin van rojan. Em bi xwîna zarok û ciwanên xwe îro li vir in û li cîhanê hatin nasîn, em bi vê yekê serbilind in. Hûn pêşeroja gelê xwe, dayikên xwe, axa xwe û welatê xwe ne. Hêviyên me yên derbarê we de mezin in. Wekî ku Rêbertiyê jî gotiye ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’.”
‘Ciwanan êrişên sîstema qirker tim pûç kirin’
Alî Firat Aslan ku li ser navê ciwanan axivî, diyar kir ku pêvajoya ku ew tê de ne bi saya têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Di nava van 10 salan de şer bi taktîk û stratejiyên ne mayînde hate meşandin. Di nava van polîtîkayên şer de bi taybetî li dijî ciwanan şerê psîkolojiîk hate meşandin. Ji ber ku baş tê zanîn ku civakeke ciwanên wê hatibin bin kontrolkirin nikare serkeftineke mayinde bi dest bixe. Ji ber vê yekê ciwanên welatparêz ji destpêka şoreşê heta îro di eniyên herî dijwar de têkoşîniyan û êrîşên sîstema qirker tim pûç kirin.”
‘Em li ser şopa şehîdan e’
Alî Firat Aslan destnîşan kir ku ew wekî ciwan dê li ser şopa kesên di têkoşîna azadiyê de bedel dane bimeşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê rêyê de gelek dilên ku ji bo azadiyê lê didan bûn stêrkên şoreşê. Em jî wekî ciwan, ji bo ku em hêjayî têkoşîna van lehengan bibin û bersiveke xurt bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo daye destpêkirin, bi helwesteke komunalîst li gorî pêdiviyên demê ji nû ve xwe rêxistin dikin. Ev helwesta komunalîst dê ala ku hevrêyên me yên pêşeng bi ruhê fedakarî û rêhevaltî bilind kirine û radestî me kirine, her tim zindî bihêlin. Ji ber ku em ciwanên welatparêz ên komunalîst her tim li ser şopa şehîdên xwe yên pîroz in.”
Konferans bi derketina hunermend Rojkar û Hogir a li ser dikê bi dawî bû.







