Li Rojava xebatên Jineolojiyê di komunan de dimeşe

  • 09:02 29 Mijdar 2026
  • Rojane
Dîlan Babat
 
QAMIŞLO - Navendên Jineolojiyê yên li Efrîn û Minbicê ji ber êrîşan xebatên xwe rawestandin. Endama Akademiya Jineolojiyê Zerîban Hisen diyar kir ku xebatên perwerde û lêkolînê li komunên jinan, zanîngeh û Jinwarê dimeşînin.
 
Navendên Jineoljiyê yên li Efrîn û Minbicê ji ber êrîşan hatin girtin. Jin xebatên xwe yên van navendan li komunên jinan, zanîngeh û Jinwarê dimeşînin. Xebatên Jineolojiyê ku li Rojava ji sala 2015’an heta niha di bin sîwaneya akademiyê de dihatin meşandin, di 2017’an de li Efrînê bi vekirina navenda ewil re derbasî astek nû bûn. Ji bo dîrok, tecrube û têkoşîna jinan bê lêkolînkirin li Dêrik, Minbiç, Hesekê, Kobane, Tebqa, Efrîn-Şehba û Helebê navend hatin vekirin. Bi vî awayî heta 2021’ê 8 navend hatin vekirin. Di 2018’an de di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê de navenda ewil hat giritn û xebat veguhestin Şehbayê. Navenda Minbiçê jî di êrîşên 2024’an de xebatên xwe rawestand. Navendên herêma Firatê girtîne. Piştî vê jin di komunan de hatin ge hev û mijarên civakî û zanistî nîqaşkirin, lêkolînên xwe bi gel re parve dikn.
 
Xebatên Jineolojiyê ku li Sûriyeyê wê bibe xwedî statu an na nezelal e. Endama Akademiya Jineolojiyê Zerîban Hisen der barê xebatên xwe, daxwazên jinan yên derbarê Sûriyeyek nû de axivî.
 
Tevî girtinan xebat didomin
 
Zerîban Hisen da zanîn ku piştî hilweşandina rejîma Baas bi hatina HTŞ’ê re guherînên li Rojava hatine jiyîn bandor li tevahiya Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Di şerên berê de jî xebatên Jineolojiyê radiwestiyan. Di alî akademîk, sazî û asta fermî de em bi gelek pirsgirêkan re hatin rû hev. Di serî de koçberî gelek guherîn hatin jiyîn. Qanûn û hiqûq guherî. Pergala berê pergalek xweser bû. Hesekê bi pergala parastinê hebûna xwe didoman. Van bandora neyînî û erênî li xebatên me dikir. Me tu car şûnde gav navêt. Me civakê re xebat meşandin. Me di 2017’an de navenda jîneolojiyê li Efrînê vekir. Di 2018’an de ji ber êrîşê Tirkiyeyê me girt. Di 2024’an de li Minbiçê ji ber êrîşan saziyên xwe girtin. Xebatên me yên ku em 15 sale dimeşînin niha em li akademî, zanîngeh û Jinwarê dimeşînin.”
 
Girîngiya ziman
 
Zerîban Hisen balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û got zarok zimanê dayikê ji dayikan fêr dibin û got: “Bi zimanê xwe xwendin, nivîsandin axaftin mafê mirovan e. Kurd bi salan ji ber zimanê xwe hatin qirkirin. Beriya şoreşa jinan a Rojava şoreşa ziman hebû. Li Rojava ji bo ziman xebat hatin meşandin.  Di Sûriyeya nû de perwerda ziman daxistin sê rojan. Perwerda erebî esas tê girtin. Kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn wê bê qebûlkirin. Em vê biaryarê qebûl nakin. Bi sê rojan sînorkirina perwerda Kurdî têr nake. Bi salan zimanê me tune hat hesibandin. Li her çar parçeyê Kurdistanê wisa bû. Tevî hemû zextan me dest ji zimanê xwe berneda û em bernadin.”
 
‘Jineolojî ne nav çar dîwaran de ye’
 
Zerîban Hisen bi lêv kir ku Jineolojî zanistan jinan e û got: “Em li ser etîmolojî jî dixebitin. Em dîroka gotinan û ji ku hatiye lêkolîn dikin. Dema em ziman lêkolîn dikin, em koka wan jî dibînin. Di gotinên wekê teknolojî, ontolojî, epîstemolojî de he rtim ‘lojî’ derikeve pêş me. Têgeheke koka wê latîniye lê dema em lêkolîn dikin em dibînin ku xwe dispêre zimanê Aryen. Dema em arkeolojiya jinê lêkolîn dikin derikeve holê ku nêzî zimane. Em heqîqetê di dîroka xwe de dîroka jinan de dibînin. Jineolojî di dibistana navînde wek dersên dîrok, erdnîgarî û felsefeyê tên dîtin. Me eleqeya xwendekaran a j ibo dersê dît. Jineolojî felsefe û zanisteke nav çar dîwaran de sînor namîne ye.”
 
Atolyeyên tên kirin
 
Zerîban Hisen daxuyakirin ku deriyên gundê Jinwarê ji hemû jinan re vekiriye û wiha pê de çû: “Em xebatên akademîk didomînin. Li zanîngehan me di mîtolojiyê de li ser dîroka jinan ders dan. Di saziyên jinan de me ji bo jinên ciwan, ji bo jinên derfetên wan tune ne biçin dibistanê perwerde dan. Em di vê hişmendiyê de ne ku divê her bikaribe xwe bigihîne perwerehiyên Jineolojiyê. Me di 2022’yan de li Şehbayê atolyeyek bi mêran re kir. Me li ser têkiliyên malê û karbeşiya malê nîqaş meşnadin. Armanca me ev e ku perwerdehiyên me dem dirêj bin. Guherîn bi demên kurt pêk nayên. Me pirtûk, broşur û raporên xwe bi gel re parve kirin.”
 
‘Em naxwazin dîrok dubare bibe’
 
Zerîban Hisen destnîşan kir ku ew pêvajoya entegrasyona li Rojava bi mereq dişopînin û ev nirxandin kir: “Li zanîngeha Jineolojî wek ders hat qebûlkirin.  Zanîngeha Rojava ya li Kobanê entegre nebû û xebatan wek berê dimeşîne. Li aliyekî tê qebûlkirin li aliyê din nayê qebûlkirin. Di Sûriyeya nû de em hêvî dikin ku xebatên jinan bigihêje statûya qanûnî. Jin statuya wan ya fermî tunebe jî li her çar parçeyê Kurdistanê xebatan didomîne. Daxwaza me ev e ku xebatên me bigihêjin statuya fermî. Em dema Jineolojiyê dixwînin em dîroka jinan derdixin holê. Di dîrokê de jinan gelek şoreş afirandin. Piştî şoreşan jî ji jinan re gotine ‘destê we saxe biçin malên xwe’. Em naxwazin ku tiştên di dîrokê de hatine jiyîn li vir bê dubarekirin.”
 
Li Sûriyeyê hewce bi Jineolojiyê heye
 
Zerîban Hisen berdewam kir: “Hîna ne zelalek ku xebatên Jineolojiyê fermî bibin an na. Beriya rejîma Baas jî me bêyî statuya fermî me xebatên xwe dimeşand. Bêguman em dixwazin bi fermî xebatên xwe bimeşînin. Statuya fermî wê hêsan bike ku em biçin welatên din jî. Li Misir û Lubnanên me hene. Li Misirê Akademiya Jineolojiyê hat avkairin. Lê di alî hiqûqî de em nikarin li welatên din komeleyê vebikin. Li Sûriyeyê hewce bi jîneolojiyê heye. Gelê Sûriyeyê hev nas nakin. Ev pirsgirêk heye. Der barê vê de xebatên me hene. Em dixwazin perwerdê bidin jinan. Me li Sêwêdayê bi jinan re perwerdehî pêk anîn.”
 
‘Zanist ji civakê derdikeve û vedigere civakê’
 
Zerîban Hisen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo statuya fermî hewl didin û li aliyê din jî xebatên xwe dimeşînin û wiha bidawî kir: “Piştî şerê dawî em plan dikin ku li ser jinan û şer nîqaşan plan bikin. Em ê bandora şer a li ser jinan bigirin dest. Em dixwazin xebatên jîneolojiyê berfireh bikin. Emnxwazin di çarçoveyekêde an jî akademiyê de sînor bimîne. Gelek agahiyên ji civakê derdikevin li hember civakê tên bikaranîn. Em li dijî vê ne. Zanist ji civakê derdikeve û vedigere civakê.”