Gelê Başûr li dijî biryarên Iraqê daket qadan

  • 13:25 26 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Başûrê Kurdistanê welatî li hemberî biryarên ku Hikûmeta Iraqê derbarê Herêma Kurdistanê de girtine, li gelek bajaran daketin kolanan.
 
Li Hewlêr, Dihok, Zaxo û Soran di saet 10:00’an de welatî li dijî biryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê daketin qadan û nerazîbûn nîşandan.
 
Beşdarvanên xwepêşandanan dan diyarkirin ku tevî krîza aborî û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê yên wekî pêkneanîna hikûmetê û jiyana zehmet a welatiyan hene, lê armanca biryarên Elî Zeydî biçûkxistin û sinordarkirina Herêma Kurdistanê ye.
 
Welatiyan diyarkirin ku ew biryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê red dikin û divê her pêngavek were avêtin bi rêyên dîplomatîk û giftugoyê çareser bibin. Her wiha gotin ku divê bi zimanek tund û şerxwaziyê karek neyê kirin ku armanca wê biçûkxistina statûya Herêma Kurdistanê û yan jî tinekirina wê be.