Ji Şaredariya Pasûrê çalakiya 25'ê Mijdarê
- 12:48 24 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Pasûrê di çarçoveya çalakiyên bîranînê yên 25'ê Mijdarê de bi jinan re hat cem hev.
Şaredariya Pasûrê ya Amedê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li Navenda Piştevaniya Jinan a Jîndayê bi jinan re civînek li dar xist. Di civînê de mijarên wekî zayend, tundî, cureyên cuda yên tundiyê û mekanîzmayên piştevaniyê hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşê, Belgefîlma bi navê "Jinwar" ku behsa tecrûbeyên jinan ên derbarê piştevaniyê, jiyana komunal û hilberîna kolektîf de dike hat nîşandan.









