Cezayê kamçî yê li hunermendan hat birin hat bi cihanîn
- 18:55 23 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Mustefa Nîlî, ragihand ku cezayê 75 kamçiyan a li dijî stranbêj Perestû Ehmedî û çar kesên din ên ji tîma hilberîn û pêşkêşkirina bernameya “Konsera Karwansarayê” hatiye bicîhanîn.
Parêzer Mustefa Nîlî, di axaftinek xwe ya bi kanala Telegramê ya “Emtedad” re ragihand ku cezayê 74 kamçiyan a li dijî stranbêj Perestû Ehmedî û çar kesên din ên ji tîma hilberîn û pêşkêşkirina bernameya “Konsera Karwansarayê” li Dadgeha Qûmê hatiye bicîhanîn.
Li gorî agahiyên Parêzer Mustefa Nîlî, ev ceza îro li beşa bicîhanîna biryarên dadgehê ya Dadgeha Qûmê hatiye sepandin.
Ev doz, di 11’ê Kanûna 2024'an de piştî belavbûna vîdyoya performansa zindî ya Perestû Ehmedî ya li Karwansaraya dîrokî ya Deyr Geçînê, hatiye vekirin. Perestû Ehmedî, di vê performansê de bêyî hîcaba mecbûrî bi kar bîne stran gotibû û komek ji muzîkjenên mêr jî pê re muzîk lêxistibûn. Belavbûna vê vîdyoyê bû sedema bertekên dezgehên dadwerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê û li dijî stranbêjê û kesên din ên têkildarî vê bernameyê doz hate vekirin.
2’emîn Dadgeha Cezayên a Qûmê, berê Perestû Ehmedî û çar kesên din ên ku di amadekirin û pêşkêşkirina vê performansê de beşdar bibûn, bi 74 qamçiyan, du sal qedexekirina çalakiyên hunerî û muzîkê û herwiha du sal qedexeya derketina ji welêt ceza kiribû. Ev cezayên hatibûn dayîn, di meha Îlona 2026’an de ji aliyê Şaxa 16'emîn a Dadgeha Temyîzê ya parêzgeha Qûmê ve hatin pejirandin.
‘Cûreyekî cezakirina fîzîkî ya hovane û biçûkxistinê
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî berê daxwaz kiribû ku cezayên li dijî van kesan hatine dayîn bên betal kirin. Ev rêxistin, cezayê kamçiyan wekî cûreyekî cezakirina fîzîkî ya hovane û biçûkxistinê binav kiribû.









