'Bersiva herî xurt a li dijî serdestiya mêr têkoşîna rêxistinkirî ye'
- 09:06 23 Mijdar 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Harîka Peker li ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî a jinan a li dijî tundiya mêr, polîtîkaya şerê taybet û bêcezahiştinê sekinî û got: “Bersiva herî xurt a jinan li dijî serdestiya mêr rêxistibûn û têkoşîna hevpar e."
Tundiya li ser jinan û qetilkirinên jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê roj bi roj giran dibe û ev polîtîka jiyana jinê hedef digirin, li her qada jiyanê ya civakî belav dibe. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Harîka Peker ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ve der barê tundiya li ser jinê û pergala ku tundiyê diafirîne de nirxandin kir.
‘Zîhniyeta serdest a mêr êrîşê têkoşîna jinan dike’
Harîka Peker bertek nîşanê normalkirina qetilkirin, destdirêjiyan da û wiha vegot: “Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Di hîmê vê de zayendperestî, netewperestî heye. Jinan seranserê salê têkoşîna xwe meşandin. Lê qetilkirin, destdirêjî û tundî pir zêde bûye. Esasa pirsgirêkên jin pê re tên rû hev zîhniyeta mêr e. Zîhniyeta mêr êrîşê têkoşîna jinan dike. Îradeya jinê di hedefa serdestiya mêr de ye. Li her qadê zext li ser jinan tên meşandin. Ji jiyana kar bigirin heta perwerdehiyê û siyaestê li her qadê zextên li ser jinan zêde dibin.”
‘Teşeyê tundiyê diguherin, zîhniyet naguhere’
Harîka Peker anî ziman ku tundî tenê bi fîzîkî nayê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Tundiya civakî her diçe zêde dibe û bi teşeyên cuda tên meşandin. Ne tenê fîzîkî, tundiya psîkolojîk, aborî û dîjîtal jî her diçe zêde dibe. Polîtîkayên şerê taybet jî teşe diguherin û tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet yên li Kurdistanê ji salên 1990’î heta îro bi rêbazên cuda tên meşandin. Tundiya unîformayî, yanî bi tundiya kesên di saziyên dewletê de cih digirin ev tê meşandin. Mixabin li Kurdistanê gelek mînakên vê hene. Bi potîkayên şerê taybet îradeya jinên ciwan hedef tê girtin. Mînak Gulîstan Doku, Îpek Er, Rojîn Kabaîş û gelekên din.”
‘Daraz gumanbaran diparêze’
Harîka Peker wiha dirêjî dayê “Bi salan e em li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê têkoşînek mezin dimeşînin. Tabloyeke ku jin nayên parastinê heye. Daraz mêran, gumanbaran diparêze. Ferasetek wisa serdest e. Daraz cezayên gumanbaran dadixîne û pergala serdest diparêze. Li dijî van pêkanînan, êrîş, zext û astengiyên li pêş jinan, têkoşîna jinan bi piştevaniya ku sînoran dibezîne, mezin dibe. Jin bi hêza xweser û îradeya xweser têkoşîna hevpar mezin dikin.”







