Kongra Star li Kobanê konferansa xwe pêk anî

  • 20:06 19 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina jinan Kongra Star, bi dirûşmeya “Bi rihê komînê em ê pêşengiya înşaya demokratîk bikin” de konferansa ji nûve avakirinê ya bajarê Kobanê li dar xist. Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin.
 
Kongra Star ku sîwana rêxistinî ya jinên Rojavayê Kurdistanê ye, di 2005’an de hat avakirin. Kongra Star, piştî rêwîtiyeke dirêj û bidestxistina destkeftiyên dîrokî, ligorî pêşketinên siyasî û civakî yên li Rojava û Sûriyê, konferansên ji nû ve rêxistinkirinê lidar xist. Ev konferans, di çarçoveya amadekariyên jibo lidarxistina Kongreya Giştîya Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê de tên kirin.
 
Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star ya Kobanê bi beşdariya hezar jinên ji qad û beşên cuda yên herêmê, li Hola Newroz konferansa xwe li dar xist. Konferans, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Piştre deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Jiyan Hisên axivî.
 
‘Pergala Kongra Star ji bo hemû jinan bûye sîwana têkoşînê
 
Jiyan Hisên, behsa têkoşîna 21 salan a Kongra Star kir û got: “Kongra Star yek ji destkeftiyên têkoşîna tevgera jinên Kurd a 50 salî ye. Di rêwîtiya xwe ya 21 salan de, Kongra Star pêşengiya şoreşa jinan kir û ji bo hemû jinên azadîxwaz bû îlham. Ji ber vê yekê, armanca vê konferansê ji nû ve xwe avakirin û bihêzkirin e. Pergala Kongra Star ji bo hemû jinan bûye sîwana têkoşîn û xwe rêxistinkirinê. Bi vê yekê re, jinan di hemû qadên jiyanê de roleke pêşeng û diyarker lîstin. Lewma em ê di vê pêvajoya avakirinê de jî pêşengiya xwe bidomînin.”
 
‘Em ê di Sûriyeya pêşerojê de destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin’
 
Jiyan Hisên, der barê çarenûsa KongraStar û armancên wê di pêşeroja Sûriyê de jî wiha axivî: “Rêber Apo heta dawiyê baweriya xwe bi têkoşîn û hêza jinan heye. Ji bo ku em jî baweriya Rêberê xwe bi serkeftinê bigihînin, divê kêmasî û lawaziyên xwe derbas bikin. Ji bo ku em layiqî berxwedana Rêber Apo bibin, em ê guhertinên mezin pêk bînin, pergala xwe ji nû ve ava bikin û vîn, rêxistinbûn û hêza xwe pêş bixin. Her wiha em ê yekîtiya jinan li dora azadiyê ava bikin. Em ê wekî tevgera Kongra Star bimînin û di Sûriyeya pêşerojê de destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Em ê bibin garantîya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku tê de mafên jinan û wekhevî hebin.”
 
Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora du salan a Kongra Star hatin xwendin û pêşkêşkirin. Di berdewamiya konferansê de, bername bi pêşandana sînevîzyonê û nirxandinên beşdaran dewam kir.
 
Paşê,ji bo hilbijartina Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê, hilbijartin hatin kirin. Bi erêkirina beşdaran, Peyman Elûş, Xûnav Xelîl, Lujeyin El-Salim, Sara Xelîl, Macîde Hesûn û Nesra Derwîş hatin erkdarkirin. Di dawiya konferansê de, dirûşmeyên bilindkirina têkoşînê hatin berz kirin û konferansa Kongra Star a Kobanê bi encamnameya bi dawî bû.
 
Encamname wiha ye: 
 
“*Tekoşîna me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
 
*Parastina destkeftiyên şoreşa jin û di pêvajoya avakirina Sûryeyeke demokratîk de berdewamkirina  jiyan Ji bo misogerkirina mafê jin bi awayekî destûrî qanûnî.
 
*Ji nû ve avakirina komînên jin.
 
*Meşandina kar û xebatên rêxistinî û perwerdekirina jinan û civakê li ser asasê manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk.
 
*Ji bo bedelên giranbiha ku di riya parastina zimanê Kurdî de hatin dayîn, bi Îsrar û biryardarî li ser wê xetê meşandin û fermîkirina zimanê Kurdî û bi taybet  meteryalên kurdî.
 
*Xurtkirina aboriya jin bi riya koperatîfên komînal.
 
*Bi hişmendiya azadîkirina tevahî jinên Sûriyê, bilindkirina asta tekoşîn û xebatê di nava saziyn entegrebûyî de.”