‘Heta girtiyên nexweş neyên berdan wê çalakî bidome’
- 18:18 19 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Çalakiya Nobeta li ber Wezareta Dadê hatibû destpêkirin roja 3’emîn bi daxuyaniyekê bidawî bû û hat diyarkirin ku heta girtiyênnexweş neyên berdan wê çalakî bidome.
Malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan û mafê wan ê xwe gihandina tenduristiyê were pêkanîn li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Malbatên gertiyên nexweş Omer Gunerî, Yakup Akman, Mizgîn Akman, Selîm Çîfçî ku li Stenbolê hatinê û Dayikên Aştiyê, Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bê navber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Piştî daxuyaniyê girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir û heta seat 16:00’an çalakiya xwe domand.
Çalakiya îro piştî çalakiya rûniştinê bi daxuyaniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de pankarta bi navê girtiyên nexweş û nivîsa “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêkin” dinivisî hat vekirin.
‘Divê dewlet li gor pêvajoyê tevbigerê’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di daxuyaniyê de axivî, bi lêv kir ku divê desthilat û saziyên dewletê li gor pêvajoyê tevbigerin û wiha got: “Divê Wezîrê Dadê vê çalakiyê bibîne. Di zindana de edalet tune ye. Rewşa girtiyên nexweş Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu giran e. Divê bên berdan. Divê berpirsên dewletê yên pêvajoyê dimeşînin rewşa girtîgehan bibînin. Divê dewlet li gor pêvajoyê tevbigere. Divê yên provakasyonê dikin werin dîtin. Em dixwazin xwîşk-biratiya hezar salan, mîsoger bikin. Lê xwîşk/bira zilme li xwîşk/bira nake. Divê dengê dayikan bibihîsin û van provakatoran asteng bikin. Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe. Bila çavê gelê me li zindanan be. Em jî li vir in û piştgiriya çalakiyê dikim. Heta hevalên me di girtîgehan de werin berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya nobeda rûniştinê ya îro bi dawî bû. Nobeda rûniştinê sibe dê di seat 14:00’an de bidome.







