Li Depê jinên hatine qetilkirin, hatin bibîranîn
- 23:02 16 Mijdar 2026
- Rojane
XARPÊT - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de Hevşaredara Depê Eda Durmuş û endamên meclîsa jinan a şaredariyê serdana gorên jinên ku hatine kuştin kirin û qurnefîl danîn.
Li navçeya Depê a Xarpêtê, Hevşaredar Eda Durmuş û endamên meclîsa jinan a şaredariyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de serdana gorên jinên hatine kuştin kirin. Di dema serdanê de, jinên ku hatine kuştin hatin bîranîn û qurnefîl li ser gorên wan hatin danîn.
Piştî serdanê, daxuyaniyek hat weşandin ku bal kişand ser kuştina jinan û şîdeta li dijî jinan. Di daxuyaniyê de girîngiya têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêran ku mafê jiyanê yê jinan hedef digire hate destnîşankirin û pêwîstiya xurtkirina têkoşîna civakî û hevgirtina li dijî kuştina jinan hate destnîşankirin.







