Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li Mexmûrê semîner hat dayîn

  • 20:57 16 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Mexmûrê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li Semta 3’ê ya Şehîd Çîçek li ser tundiya li dijî jinan û têkoşîna jinan semînerek hat dayîn.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê tên lidarxistin, îro li Semta 3’ê ya Şehîd Çîçek semînerek hate dayîn.
 
Semîner li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Nûran Oy axivî û semîner pêşkêş kir.
 
‘Em ê wek jin jiyanek azad û wekhev ava bikin’
 
Nuran Oy di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya 25’ê Mijdarê û wiha got: “Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de wê li hemû semtên wargehê semîner werin dayîn. Armanca me jî ew e ku em civakê li hemberî her cure tundiyê hişyar bikin, rêxistinbûna jinan xurtir bikin û bi hev re jiyaneke azad û wekhev ava bikin.”
 
Semîner piştî nirxandin û nîqaşan dawî bû.