3 rojnameger 3 roj in di bin çavan de ne
- 13:44 11 Mijdar 2026
- Hiqûq
STENBOL - 18 kes, di nav wan de rojnamevan Serpil Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî hene, sê roj in di bin çavan de ne.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, ji 9'ê Mijdarê vir ve herî kêm 18 kes, tevî nûçegihanên rojnameya Yekîtiya Têkoşînê (Mucadele Birligi) Serpil Unal û Ozlem Oral û endama Lijneya Kovara Onsozê Fatma Yildirim, sê roj in di bin çavan de ne. Kesên hatine girtin niha li Midûriyeta Polîsan a Bajarê Stenbolê têne lêpirsînkirin. Hat ragihandin ku ew bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" têne darizandin û tê payîn ku sibê wan bibin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.
Daxuyaniyên MKG û DFG'ê
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) derbarê vê mijarê de daxuyaniyek nivîskî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand û got, "Pîşeya rojnamegeriyê mafê raya giştî ya agahdarkirinê diparêze. Rojnamevan dema ku karê xwe dikin neheqî û astengiyan dibînin. Rojnamevan Serpil Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî dema ku erkên xwe pêk dianîn hatin binçavkirin." Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) jî wiha got, "Tê payîn ku hevkarên me yên ku sê roj in di bin çavan de ne, sibê derkevin pêşberî dadgehê. Nayê qebûlkirin ku hevkarên me yên ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin, ji azadiya xwe bêpar bimînin. Rojnamegerî ne sûc e. Divê Serpil Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim tavilê werin berdan."







