Koçerî qediya lê têkiliya bi axê re qut nebû
- 09:03 11 Mijdar 2026
- Jiyan
Neslîhan Kardaş
MÊRDÎN- Şemsê Abeş a li gundê Qereşîkê Ê navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijî, bi salan koçerî kir. Şemsê Abeş piştî derbasî jiyana gund dibe jî têkiliya xwe ya bi ax û xwezayê re qut nake.
Şemsê Abeş ya 68 salî ku li gundê Qeraşîkê yê navçeya Artûklu ya Mêrdînê dijî bi salan koçerî kiriye û di riya koçberî, çiya û zozanan de jiyana wê derbas bûye. Şemsê Abeş piştî ku derbasî jiyana gund dibe jî têkiliya xwe ya bi ax û xwezayê re qut nake. Şemsê Abeş ked û hezkirina ji axê niha li baxçeyê xwe dide jiyîn. Di baxçeyê ber mala xwe de sebze û fêkiyên cuda diçîne û ev ne tenê çavkaniya debarê, çîroka hilberîn û jiyaneke ku tu car bidawî nabe ye. Şemsê Abeş ku behsa jiyana gund û keda jinê kir da zanîn ku keda jinê tunebe jiyana li gund nikare bidome.
Şemsê Abeş der barê jiyana gund de ji ajansa me re axivî.
‘Me 40 sal berê dest ji koçeriyê berda’
Şemsê Abeş da zanîn ku ev 50 sal zêdetir e li gundê Qereşîkê dijî û got: “Em li gund di baxçeyên xwe de dixebitin. Ev baxçe heta çend sal berê tunebû. Berê me li vir pirsgirêka avê dijiya. Ceyran tunebû, av tunebû. Ji ber tunebûna avê pirsgirêk dihatin jiyîn. Wê demê pezê me hebû. Me ji bo avê pezê xwe dibir Bismil, Êlihê. Me wê demê koçerî dikir. Me ji şîr her cureyê xurek çêdikir. Me nêzî 40 sal berê dest ji koçeriyê berda. Bi hatina av û ceyranê em li gundê xwe man.”
‘Bi axê re mijûl dibe’
Şemsê Abeş da zanîn ku berê jiyana gund zehmet bûye û wiha vegot: “Mala me ne wek ya niha bû. Wê demê her kar bi keda jinê dihat kirin. Zilmek mezin li ser jinan hebû. Niha rehetî ye. Zarokên me mezin bûn. Lê ez niha jî nasekinim. Her karî dikim. Bi axê re mijûl dibim.”
'Hem li sewalan dinêre hem li baxçe dinêre'
Şemsê Abeş wiha dawî lê anî: “Em niha li sewalên xwe li baxçeyê xwe dinêrin. Mirîşkên min hene, pezê min çêlekên min hene. Em ji goştê wan şîrê wan debara xwe dikin. Li baxçeyê me jî hirmî, mişmiş, sêv, tirî, hijîr û gelek fêkiyên din hene.”







