Li Daricayê hevdîtina 25'ê Mijdarê

  • 14:45 7 Mijdar 2026
  • Rojane
KOCAELÎ - TJA, li Daricayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê hevdîtina jinan pêk anî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku dê ji bo nasnameya azad a jinê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya Partiya Wekhewî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Darica a Kocaeliyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê hevdîtina jinan pêk anî. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser pêvajoyê û pirsgirêkên xwe. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Daricayê Damla Bagci, diyar kir ku du sal in Pevajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê didome û got: "Pêvajoya siyasî, pirsgirêkên aboriyê, qirkirina jinê bandorê li tevahiya jinan dike. Divê jin hişmendiya azad a jinê û nasnameya azad a jinê derxe pêş. Jin kirde ne û divê li kolan û qadan kirdebûna xwe bidin hiskirin. Di hemû qadan de divê daxwazên aştiyê bên xurtkirin. Jinên kurd 50 sal in têdikoşe her tim bûn alîgirê aştiyê. 
 
Damla Bagci, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û wiha got: "Li qadan dê atolyeyan li dar bixin û derbarê şîdet û şer de agahiyan bidin. Îro li vir me destpêkek kir. Em ê li her qadê nîqaşên xwe bidomînin û em ê bi civin. Par li Dîlovasi ji ber îxmalkariyê kargehek şewitî. 3 zarok di nav de 6 jin jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, li dijî ixmalkariya pergalê û cezakirina kiryaran li Dîlovasiyê bi civîn."
 
Hevdîtina jinan bi dirûşma, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.