Dayikên Aştiyê serdana Koma Yenî Yolê kir
- 13:46 3 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê hatin Enqereyê serdanên partiyên siyasî didomînin. Dayikên Aştiyê piştî Koma Yenî Partiyê serdana Koma Yenî Yolê kir.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibûn Enqereyê serdana partiyên siyasî didomînin. Dayikên Aştiyê ku piştî nobedê derbasî Meclisê bûn, li ser navê dayikan heyetek serdana partiyên siyasî dike û dayikên din jî derbasî koma DEM Partiyê bûn.
Dayikên Aştiyê ku ji Nuran Seçkîn, Emîne Eren, Afife Kartal û Meryem Korkmaz pêk tê, serdana Koma Yenî Yolê kir. Dayikan di serdanê de bi Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen re hevdîtin pêk anî û daxwaz û nêrînên xwe parve kir. Di serdanê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterê DEM Partiyê Mahmut Dundar jî amade bûn. Dayikên Aştiyê dosyayeke ku bi Kurdî û Tirkî li ser pêvajoyê amade kiribûn, radestî Emîn Ekmen kir.







