Ji nobeda Dayikên Aştiyê: Em dixwazin aştî bibe pira me ya hevpar
- 17:55 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE- Ayşegul Dogan, derbarê çalakiya nobeta konan a ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin de axivî û diyar kir ku dayik balê dikişînin ser pêwîstiya avêtina gavên hevdem. Ayşegul Dogan got: "Ew dixwazin ku ji bo Birêz Ocalan ê ku yek ji aktorên herî sereke yê vê pêvajoyê ye şert û mercên pêwîst bên pêkanîn ku ew bikaribe bi awayekî azad bixebite." Di heman demê de, Tulay Hatimogullari jî wiha anî ziman: "Ew dibêjin: bila ew êşên ku dayikan kişandine, êdî ne tenê wekî pirekê [ji bo êşa hevpar bimînin; bila ew êş veguherin pireke aştiyê ya hevpar."
Piştî wê banga ji bo aştî û civakeke demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê dest bi xebatekê kirin da ku pêvajoya heyî veguherînin aştiyeke mayinde. Zêdetirî 300 Dayikên Aştiyê ji 24 bajaran çûn Enqereyê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî û avêtina gavên berbiçav ji aliyê hikûmetê ve kirin. Dayikan, piştî daxuyaniyeke çapemeniyê li Parka Meclisê, li Parka Kurtuluşê dest bi çalakiya nobeta kon kirin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakırhan, ligel hejmarek ji Dem Partiyê, serdana çalakiya nobetê kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevseroka DEM Partiy Tulay Hatimogullari, derbarê çalakiya ku ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin de nirxandin kirin.
‘Ew dixwazin ev derfet mayînde bibe’
Ayşegul Dogan, bi gotina ku ew her tim li kêleka Dayikên Aştiyê sekinîne dest pê kir û wiha got: “Ev ne tenê serdanek e; divê bi vî awayî jî neyê şîrovekirin. Ev yekîtiya dilan e û parvekirina heman daxwazan e. Dayikên Aştiyê naxwazin dayikên din bigirîn wan êşa giran didile xwe de hîs kirin û naxwazin dayikeke din jî heman êşê bikişîne. Ew dixwazin ev derfet xurt bibe û mayînde bibe. Em jî heman daxwazan parve dikin.”
‘Ew dixwazin ku aştî di demeke herî kurt de pêk were’
Tulay Hatimogullari, bi gotina ku dayikên ji her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine Enqereyê, bal kişand ser wê yekê ku ev ne serdana wan a yekem e, anî ziman ku ev dayik zêdetirî çil sal in di nava vê têkoşînê de ne û got: “Dayikan her tim parêzvanên aştiyê bûne. Têkoşîna ‘Dayikên Aştiyê’ yek ji têkoşînên herî bi rûmet e li van axan. Ji ber ku kesên êş kişandine, ew bi xwe ne. Kesên ku zarokên xwe winda kirine, û yên ku hêviya wan a vegera zarokên wan ji nû ve şîn bûye, li benda çareseriyê ne. Ew dixwazin ku aştî di demeke herî kurt de li van axan pêk were.”







