Esnafên Semsûrê: Krîza aborî bandor li psîkolojiya me dike
- 09:02 1 Mijdar 2026
- Ked/Aborî
Gulistan Gulmuş
SEMSÛR- Esnafên Semsûrê diyar kirin ku krîza aborî bandor li her qada jiyana wan dike û gotin: “Aliyê herî giran yê krîzê eve ku em her tim bixebitin. Li şûna rewşa welat baş bibe hîn bêtir xera dibe, bandor li ser psîkolojiya me dike.”
Krîza aborî ligel pirsgirêka debarê, barê xebatê û berpirsyariya rojane ya jinan zêde dike. Jinên piştî erdhejê mal û kargeriyên xwe wina kirin, li dijî bihayan, kirê, lêçûnan têdikoşin û barê karê malê û xebatê hildigirin.
Zeycan Taşkin ya li Semsûrê restoranta wê heye û Gulhan Bagirca ya kuafurtiyê dike diyar kirin ku ji bo debarê bikin neçarin bi saetan bixebitin.
Ji 6’ê sibehê heta 8’ê êvarê xebat
Zeycan Taşkin da zanîn ku sibehê saet di 06.00’an de diçin dukanê vedikin û got: “Ez xwarinan amade dikim. Her tişt kedê dixwaze. Bêyî ked tiştek nabe. Em paqijiyê dikin. Em diwestin. Em heta 20.00’ê êvarê li vir in. Hevjînê min piştî 05.00’an şûnde tê alîkariya me. Ez ji karê xwe hez dikim. Ez pêşniyarê hemû jinan dikim. Bila hewcedarê tu kesî nebin.”
‘Em 4 kirêya didin’
Zeycan Taşkin destnîşan kir ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan dike û wiha pê de çû: “Divê her jinek azadiya aborî bidest bixe. Em di alî aborî de zehmetiyan dikşînin. Kîloyek goşt hezar TL ye. Di erdhejê de xaniyê me kargeriya me çû. Em çar kirêdayan didin. Em ji zarokên xwe piştgiriyê digirin û dixebitin. An jî me nikaribû debare bikira. Me kargeriya xwe mala xwe ji nûve çêkir. Em nexibitiyana me yê nikaribûna tiştek bikira.”
‘Roja min di 06.00 û nîvan de des tpê dike’
Gulhan Bagirci ku li heman taxê kuafuriyê dike, wiha dibêje: “Roja min 06.00 û nîvan de dest pê dike. Ez zarokê xwe dibim dibistanê, piştre têm vir. Ez 08.00 û nîvan de têm kar. Carnan em derfet nabînin ku xwarinê bixwin. Em di civaka baviksalar de dixebitin. Ez hem di alî aborî de dixebitim hem jî li malê dixebitim.”
‘Krîz bandor li me dike’
Gulhan Bagirci wiha dawî li axaftina xwe anî: “Krîza aborî veguheriye zexta psîkolojîk. Ji ber vê sedemê em ji qadên din yên jiyanê şûnde dimînin. Yek ji bandora krîzê ev e ku xebat her tim tê fezkirin. Tiştên ku em bikin hene lê ne menekirine. Ez tu car neçûme betlanê, ez negeriyam e. Min perwerdehiya xwe temam nekir û lîseyê ji derve diqedînim. Krîza aboarî bandor li me dike. Em her tim aboriyê difkirin. Bandor li psîkolojiya me dike.”







