Hurmuz Dîrîl hîna winda ye: Heta kiryar neyên dîtin aştî pêk nayê
- 09:03 10 Hezîran 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Gulcan Dîrîl da zanîn ku ji bo aştiyê divê bi paşerojê re rûhevhatin hebe û wiha got: “Mal, erd, mabetên Ermenî, Asurî û Suryaniyan hîna tê talankirin. Heta em nav xwe de bi vê re neyên rû hev aştî jî ne pêkan e. Heta ewlehiya qanûnî tunehbe, wê gelê me yê li derveyê welat dijî bi tirs û fikar bijîn.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û tê payîn ku Tirkiye bi paşeroj axwe re bê rû hev an jî Komîsyona Heqîqetê ava bike. Keldaniyên bi sedsalane ji cihên xwe hatine kirin û rastî qirkirinê hatine piştî Tirkiye ava bû jî pêkanînên wisa berdewam kirin. Di 2020’an de li gundê kovane ya Elkê ya Şirnexê Sîmonî Dîrîl yê hat qetilkirin û Hurmuez Dîrîl hîna winda ye. Keça Hurmuz Dîrîl, Gulcan Dîrîl hîna têkoşîna edaletê didomîne.
Gulcan Dîrîl da zanîn ku ji bo aştiyeke rastî divê bi paşerojê re rûhevhatin hebe û gumanbar bên dîtin.
Di 2020’an de komkujî pêk anîn
Gulcan Dîrîl got çîroka ku civaka Keldanî ji axa xwe hatiye kirin kûre û got: “Ev ne mijareke carekê ye. Salên 90’î ji bo me karaset bû. Di 1992’yan de bi banga hikûmetê re em vegeriyan axa xwe lê çawa pevçûn rû dan em di 1993’yan de dîsa hatin derxistin. Ev travmayek giran a zarokatiyê bû. Bavê min ji gundê xwe axa xwe hez dikir. Hemû Keldaniyan koçî Fransayê kir lê ew her tim bi hêviya vegera ser axa xwe jiya. Di pêvajoya 2015’an de gotin deriyê malê vekiriye û bavê min li gund xanî çêkir. Di 2020’an de em hatin. Lê komkujiyek me nedipa pêk hat. Me ev tişt tu car heq nekirin.”
‘Dewletê peywira xwe nekir’
Gulcan Dîrîl di pêvajoya dozê de balkişand ser dijhiqûqiyê û wiha domand: “Pêvajoya lêpirsînê de delîl me kom kirin.Cihê bûyer lê hat jiyîn cihekî vik û vala bû. Em di alî fîzîkî de di alî fikr û nêrîn de tenê hatin hiştin. Me delîl komkirin. Der barê lêgerînê de tiştek nekirin. Birayê min neçar ma dayika min bibîne. Wî ev travma jiya. Peywira dewletê ev bû ku kujeran bibîne. Di ser de 6 sal der bas bû lê hîna tu gav nehatiye avêtin.”
‘Ne kiryarnediyare, veşartina serê bûyerê ye’
Gulcan Dîrîl destnîşan kir ku Keldanî û Suryanî tu car ne li alî şer bûne û got: “Her tim navbera şeran de mane. Divê gotina aştiyê bi gavên şênber bê tijekirin. Dayikên şemiyê jî her tim dibêjin; tiştekî kiryarnediyar tuneye, veşartina bûyeran heye. Hewldan tuneye, veşartina bûyeran heye. Ev jî dijhiqûqiye. Şer bandor li kêmaran dike, li jin û zarokan dikin. Li dayikek ku 15 zarkên wê 24 neviyên wê hene îşkence hat kirin û armanc tunekirina cesedan bû.”
‘Em piştre nehatine, nikarin me wek mîvan bibînin’
Gulcan Dîrîl li ser komîsyona heqîqetê ya tê xwestin li meclîsê bê vekirin sekinî û got: “Der barê kêmaran de modelek hiqûqî ya xweser şert e. Li welat êş mixabin tax bi tax herêm bi herêm tên jiyîn. Em li herêmê pir tenê hatin hiştin. Ev 6 hezar sal e li ser vê axê ne. Em piştre nehatine. Em ne mêvan in. Ev welatê me ye. Divê dewlet bi kuştinên kiryarnediyare bê rû hev. Divê gavên şênber bavêje. Mal, erd, mabetên Ermenî, Asurî û Suryaniyan hîna tê talankirin. Heta em nav xwe de bi vê re neyên rû hev aştî jî ne pêkane. Heta ewlehiya qanûnî tunehbe, wê gelê me yê li derveyê welat dijî bi tirs û fikar bijîn.”








