‘Li dijî qirkirina jinê têkoşîna civakî şert e’
- 09:02 10 Hezîran 2026
- Rojane
Bûşra Turan
AGIRÎ - Melek Gelturan a ÎHD’î balkişand ser mirinên bi guman û qetilkirinên jinan û da zanîn ku ji bo edalet pêk bê hewce bi têkoşîna civakî heye û got: “Tundiya li ser jinê ne qedere. Binpêkirinek mafan a pêşî dikare lê bê girtinê ye. Em ê jiyan, azadî û rûmeta mirovan biparêzin.”
Li Tirkiye û Kurdistanê tundî, qetilkirin û mirinên bi guman yên jinan her diçin zêde dibin û qelsiyên merciyên edlî binpêkirina mafên jiyanê ya jinan giran dike. Li gorî daneyên ajansa me di meha gulanê de 16 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Qelsiya biryarên parastinê û polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê her diçe zêde dike. Li Agiriyê Gulden Komurcu ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin û hîna gumanbar nehatiye girtin. Qelsiya di lêpirsîna dosya Cansever Sucu de ku wek mirina bi guman derbasî qeydan bûye, kêmasiyên di darazê de û bêberpirsyariya dewletê nîşan dide.
Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Agiriyê Melek Gelturan der barê mijarê de axivî.
Melek Gelturan da zanîn ku qetilkirinên jinan û mirinên bi guman yên jinan raste rast êrîşe li hember mafê mirovane û balkişand ser qirkirina jinan û newekheviya zayendî. Melek Gelturan wiha got: “Em wek Komeleya Mafê Mirovan, mafê jiyana jinan mafê sereke yê jiyanê dibînin. Em ji ber vê li dijî her cureyê êrîşê têdikoşin. Li Tirkiyeyê cînayetên jinan bi salane wek pirsgirêkek mezin didome. Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Jin ji ber jiyanek azad dixwazin tên qetilkirin.”
‘Divê mirinên bi guman bên ronîkirin’
Melek Gelturan da zanîn ku di mirinên bi guman yên jinan de lêpirsînek bi bandor û bê alî nayê meşandin û ji bo edalet pêk bê û dosya bên ronîkirin hewce bi têkoşîneke civakî heye.
Melek Gelturan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Agiriyê tundiya li ser jinan êrîşa li ser jinan her diçe giran dibe. Di dosyayên em dişopînin de em dibînin ku gumanbar bê ceza tên hiştin. Divê di bûyerên tundiyê de lêpirsîneke bi bandor bê meşandin. Di xebatên em dimeşînin de gelek serlêdan tên kirin û em van bûyeran ji nêz ve dişopînin. Yek ji van dosyayan ya Cansever Sucu ye. Dîsa ya Gulden Komurcu ku di rojên berê de li kolanê ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetikirinê ye. Tevî çend roj derbas bûye hîna gumanbar nehatiye girtin. Ev jî nêzîkatiya dewletê ya li hember pirsgirêka jinê nîşan dide. Divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin.”
‘Divê şertên dibin sedema qetilkirina jinan bê rakirin’
Melek Gelturan li ser zextên li ser jinan û qetilkirinan sekinî û ev tişt anî ziman: “Di 2026’an de em dibînin ku jin ji ber zextên civakî jin dawî li jiyana xwe tînin. Ev rewş nîşan dide ku zextên li ser jinan bi cureyên tundiyê sînor nîne. Zextên civakî, nwekwaehevî jiyana jinan tehdîd dike. Em li agiriyê dema mafê jiyana jinan diparêzin heman demê de em mafê ku jin ji tundiyê dur jiyana xwe bidomînin diparêzin, em azadî û wekheviyê esas digirin. Divê tiştên dibin sedema qetilkirina jinan ji holê bên rakirin.”
‘Tundiya li ser jinan ne qedere’
Melek Gelturan destnîşan kir ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya parastina jinan bîne cih û mekanîzmayan bi bandor bike û wiha domand: “Jinên Kurd rastî newekheviya pir alî tê. Jinên Kurd ji ber nasnameya etnîk jî hedef tên girtin. Em têkoşîna xwe azadî û wekheviyê bidomînin. Gotinên nîjadperestî, newekhevî û nefretê li dijî mafê mirovane. Divê îfadeyên zayendperest yên li hember jinan neyê normalkirin. Em ê mafê jinan biparêzin. Tundiya li ser jinan ne qedere.”







