Ji Asya Ashtarî ya Îranî agahî nayê girtin

  • 22:06 3 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Hate diyarkirin ku Asya Ashtarî ya Îranî, ku ji otela lê diman a li Beyogluyê veqetiya şûnde agahî nayê girtin.
 
Derket holê ku Asya Ashtarî ya Îranî ku li oteleke li taxa Taksîm a Beyoglu dima, di sibeha 24’ê Gulanê de ji otelê veqetiyaye û carek din agahî jê nehatiye girtin.
 
Hevalên Asya Ashtarî li ser hesabên çapemeniya civakî daxuyanî dan û gotin: “Asya Ashtarî ya Îranî sibeha 24’ê Gualên ji otel ali Taksîmê ya StenboLê saet di 06.10’an de derketiye û ji wê saetê şûnde agahî jê nehatiye girtin.”