DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye
- 14:10 3 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - DFG'ê, rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê eşkere kir û got: “Em pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de wekî nîşaneya israra desthilatê ya di polîtîkayên antîdemokratîk de dinirxînin û qebûl nakin.”
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê eşkere kir. Daneyên DFG'ê yên meha Gulanê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Her wiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.
DFG'ê di tabloya mehane de destnîşan kir ku di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnameger û saziyên çapemeniyê berdewam kirin û ev tişt vegot: “Rojnameger bi zextên piralî yên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef û astengkirina şopandina nûçeyan re rû bi rû man. Ji bilî destwerdanên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê, astengiyên xwegihandinê yên li ser mecrayên înternetê jî berdewam kirin. Di meha Gulanê de gelek rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine rasterast bûn hedef. Ji rojnamegerên ku hatin hedefgirtin, nûçegihana Rojnameya BîrGunê Sarya Toprak, ji ber nûçeya xwe ya derbarê gumanbar Ûgûrcan Açikgoz ê ku di çarçoveya dosyaya Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, ji hêla rojnameya Akîtê ve hedef hate nîşandan. Girtina Xwediya Îmtîyazê ya Aydinpostê Yelîz Ayaz a li Aydinê ji ber nûçeyeke hatibû weşandin, careke din nîşan da ku qanûna dezenformasyonê li ser rojnamegeran veguheriye amûreke zextê.”
DFG'ê di berdewama raporê de diyar kir ku di meha Gulanê de rojnamegerek û organeke weşanê rastî êrîşê hatine û wiha domand: “Herî kêm 2 rojnameger hedef hatin nîşandan. 5 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin. Gef li 3 rojnamevanan hate xwarin. Herî kêm 6 rojnamegerên ku nûçe dişopandin hatin astengkirin. 3 ji van astengkirinan di dema bûyerên li qadê de pêk hatin. Di doza Hakan Tosûn de ku di nav dozên civakî de cih digire, di danişîna rêveberê Weqfa Xizmeta Quranê Ayhan Şenguler ê ku bi sûcdariya êrîşa zayendî ya li ser Hîfa Îkra Şenguler dihat darizandin de rojnameger negirtin eywana danişînê û rojnamegerên ku serdegirtina polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHPê şopandin rastî tacîza devkî hatin. Ev yek weke mudaxeleyên li hemberî mafê agahî girtina gel hatin dîtin.”
DFG'ê anî ziman ku ji ber çalakiyên rojnamegeriyê derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev agahî parve kir: “Derbarê rojnamegerekê de dozeke nû hat vekirin, heta meha Gulanê darizandina 28 rojnamegeran a di 18 dosyayên cuda de berdewam kir. Ji rojnamevan Reyhan Hacioglû re 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn, her wiha ji bo du rojnamevanan jî cezayê pereyan hat birîn. Ji aliyê din ve, heta 3'yê Hezîrana 2026'an hejmara rojnamegerên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin wekî 27 hat qeydkirin. Şert û mercên xebatê yên neewle yên di sektora medyayê de berdewam dikin, di meha Gulanê de herî kêm 4 rojnameger ji kar hatin derxistin. Berteka rojnamevanên ku di Halk TVyê de dixebitin a li dijî mercên xebatê û têgihiştina rêveberiyê ku bi îstifayan bi dawî bû, bû yek ji rojevên balkêş ên ked û azadiya çapemeniyê ya mehê.”
Di berdewama raporê de DFG'ê da zanîn ku Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), di meha Gulanê de ji bo 8 weşanên cuda biryara cezayê daye û wiha pê de çû: “Cezayên ku ji hêla RTUKê ve hatin bicihanîn, careke din nîşan da ku zextên îdarî yên li ser saziyên weşanê berdewam dikin. Pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de di meha Gulanê de jî berdewam kirin. Herî kêm malpereke înternetê ji xwegihandinê re hat girtin. Ji bo 9 naverokên nûçeyan biryara astengkirina xwegihandinê hat dayîn. Ji bilî vê, ji bo 193 naverokên medyaya civakî biryara astengkirina xwegihandinê yan jî derxistina ji naverokê hat dayîn. Girtina hesabên Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê yên bi Tirkî û Kurdî careke din nîşan da ku destwerdanên desthilatê yên li ser çapemeniya azad sîstematîk bûye.”
Her wiha DFG'ê diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî çapemeniya azad, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê ye û raporê wiha bi dawî kir: “Em pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de wekî nîşaneya israra desthilatê ya di polîtîkayên antîdemokratîk de dinirxînin û qebûl nakin. Di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran; bi awayê binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef, sansûr û astengiyên xwegihandinê berdewam kirin. Krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê, astengkirina şopandina nûçeyan û pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de nîşan didin ku zexta li ser azadiya çapemenî û îfadeyê berdewam dike. Xwedîbûna rojnamegeran a ji şert û mercên xebatê yên ewle re, misogerkirina azadiya raman û îfadeyê û dawîanîna li polîtîkayên necezakirinê di nav hewcedariyên bingehîn ên civakeke demokratîk de cih digirin.”







