Parêzerên jin ên Kolombiyayê ji bo 'mafê hêviyê' name ji Konseya Ewropayê re şandin

  • 11:17 27 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên jin ên "Kolektîfa li dijî ceza" yên li Kolombiyayê, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin û ji bo bicihanîna 'mafê hêviyê' ya ji bo Rêber Apo bang kirin.
 
Parêzerên jin ên "Kolektîfa li dijî ceza" yên Kolombiyayê, têkildarî "Mafê Hêviyê" nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.
 
Di nameyê de girîngiya Rêberê Gelê Kurd, wateya "mafê hêviyê" û girêdana navbera gelê Kurd û gelên Abya Yala hatin destnîşankirin.
 
Di nameyê de hate gotin, "Em pir xemgîn in ku fîlozofekî dilsoz, rêberekî ku ji bo gelê xwe û bi taybetî ji bo jinan jiyana xwe daye û ji bo avakirina aştiyê bûye muhatabekî naskirî, ev demek dirêje di bin şert û mercên tecrîdê de dimîne. Nemaze di demekê de ku tê de diyalogên aştiyê yên cidî têne meşandin.
 
Pêvajoyên diyalog, lihevhatin û veguherîna civakî nikarin li ser înkarkirina mirovahiya kesên ku beşdarî wan dibin, werin avakirin.
 
Bi heman awayî, ji perspektîfek Afro-qanûnî û mafên mirovan a li Başûrê Cîhanê, em dubare dikin ku qanûn nikare bibe amûrek teknîkî ya bê çarçoveyek dîrokî.
 
Divê qanûn bersiva erkên exlaqî yên li hember gelên ku di dîroke de hatine çewisandin û yên ku beşdarî xeyalkirina alternatîfên demokratîk û kolektîf ji bo çareserkirina nakokiyan bûne jî, bide.
 
Têkoşîna gelê Kurd bi gelek têkoşînên me yên li Abya Yala re diyalogê dike: parastina xakê, xweserî, bîr, rêxistinkirina civakê, jiyana bi rûmet û formên kolektîf ên hebûnê li hember projeyên otorîter û kolonyalîst.
 
Weke parêzer, jin û femînîstên reş, em dizanin ku hêvî ne abstraksiyonek qanûnî ye. Hêvî pratîkek siyasî ya kolektîf e. Ew îhtîmala berbiçav a berdewamiya hebûnê, rêxistinkirina xwe û avakirina pêşerojeke azad e.”
 
Di heman demê de polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û Konseya Ewropayê ji ber ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser mafê hêviyê yê Rêber Apo bi cih neaniye, hate rexnekirin. Name eşkere dike ku li Tirkiyeyê derdora 10,235 girtiyên ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn hene.
 
Parêzer Diana Marcela Ortiz Mesa, ku di nava kolektîfa “Li diji Cezayê” de cih digire û name jî îmze kir, di dîmenê ku ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re şandî de, têkoşîna gel silav kir, di heman demê de mafê heviyê yê ji bo Rêber Apo û ji bo bi hezaran girtiyên siyasî xwest.