Ji KNK’ê Peyama Cejna Qurbanê: Em yekîtiyê xurt bikin

  • 10:22 27 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku yekitiya xwe xurttir bikin.
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
 
Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:
 
“Îro cejn e, cejna Qurbanê ye. Em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Qurbanê li welatê me û li hemî Cîhanê, bibe wesîleya aştî û aramiyê.
 
Kurdistan û gelê Kurd bi giştî di demeke hesas de derbas dibe. Li Bakur ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd diyalog, hevdîtin û lêgerîn hene. Li Rojava li gel lêgerînên çareseriyê jî rewşek ne diyar û xeternak heye. Li Başûr pirs û pirsgirêkên navxweyî û yên bi hikumeta Bexdayê re dewamin. Li Rojhilat zextên li ser gel û girtiyan, êrişên li ser kolberan û polîtîkaya darvekirinê dewam dikin. Her çend şer rawestandin hebe jî, şerê Amerka-Îsraîl û Îranê negihiştiye encamekê. Êrişên Îranê yên dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Li hember vê rewşê, gelê me li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat, têkoşîna azadiyê bilind dike. Em di van şert û mrcan de cejna Qurbanê pêşwazî dikin.
 
Çiqas diyalog û lêgerînên aştî û çareseriyê hebin jî lê dîsa jî li welatê me rewşeke aloz heye. Êriş û planên qirkirinê nehatine rawestandin. Divê vê dema hesas û hestyar de hemû hêzên Kurdistanê hişyar bin, li dijî êrişan û van planên xirab rawestin. Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êriş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekitiya xwe xurttir bikin.
 
Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em careke din cejna Qurbanê li hemû girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”