Dayikên Aştiyê: Ji bo me diyariya herî mezin aştiyek bi rûmet e
- 09:05 9 Gulan 2026
- Rojane
Elfazî Toral - Neslîhan Kardaş
STENBOL/ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku di Roja Dayikan de daxwaza wan a herî mezin "aştîyek bi rûmet" û azadiya girtiyan e û gotin, "Em makîneyên şuştina firaxan an kulîlkan naxwazin; em azadiya zarokên xwe dixwazin."
Îsal Roja Dayikan di bin siya şer, girtîgehan û binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam de tê pîrozkirin. Dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de ne, zarokên xwe di şeran de winda kirine, an jî bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin, dibêjin ku diyariya herî mezin ji bo wan "aştîyek bi rûmet" û azadiya zarokên wan e. Dayikên ku bi salan e bi laçikên xwe yên spî ji bo bidawîanîna şer têdikoşin, amadekariyan dikin ku di Roja Dayikan de daxwaza xwe ya ji bo aştiyê dubare bikin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê hest û hêviyên xwe yên ji bo Roja Dayikan bi ajansa me re parve kirin.
‘Em aştiyek bi rûmet dixwazin’
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Yilmaz da zanîn ku ew roja hemû dayikan pîroz dikin û wiha anî ziman: “Bi salane em ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê têdikoşin. Em dixwazin girtî bên berdan. Di serî de birêz Ocalan divê bê berdan.Wateya roja dayikan mezin e. Lê em niha pîroz nakin. Ji ber zarokên me girtî ne, di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, tên qetilkirin. Me rojek xweş nedît. Dilê me tije êş e. Diyariya herî xweş a ji bo dayikan, azadiya zarokên me ye. Em maşîneya firaqan, kulîlkan naxwazin. Em firaqan naxwazin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin.”
‘Em azadiyê dixwazin’
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Atek Toprak jî daxuyakirin ku ji bo wan diyariya herî xweş aştî û azadî ye û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin serok azad bibe.Ji bo me azadiya wî girînge. Em jiyanek bê pevçûn dixwazin. Bila dayik rondikan nebarînin. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Em ê ji bo vê her tim li qadan bin. Bi taybet em ê di roja dayikan de li qadan bin.”
‘Tu diyarî bi qasî aştiyê ne watedar e’
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Feleknas Karabaş jî wiha nirxandin kir: “Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Bi salane em têdikoşin. Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Em yekitî û wekheviyê dixwazin.Ji bo aştiyeke mayînde divê her kes peywira xwe bîne cih. Dayikên Kurd bedelên mezin dan. Kedek mezin dan. Di roja dayikan de tu diyarî bi qasî aştiyê ne watedar e.”
‘Bila dayik rondikan nebarînin’
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Emîne Erbek jî daxuyakirin ku jiyana wan hertim bi pevçûn, binçavkirin û girtinan derbas dibe û wiha bi lêv kir: “Em roja dayikan bi girî derbas dibin. Bila dayik negirîn. Em her roja dayikan li qadan e. Em li ber girtîgehan daxuyaniyan didin. Dayik şer naxwazin. Aştiyê dixwazin. Bila dayik rondikan nebarînin.”
‘Em ê li malên xwe runenin’
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Fatma Yilmaz jî daxwaza aştiyê anî ziman û destnîşan kir ku wê ji bo aştiyeke mayînde û azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em dayik aştiyê dixwazin.Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Em bi salane têdikşin. Em dengê xwe li her qadê bilind dikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Bila girtî bên berdan’
Dayika Aştiyê Hulya Dalmiş da zanîn ku ew dixwazin êdî di roja dayikan de bi zarokên xwe yên ku ji wan dûr in re bigihêjin û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Divê her kes bi wijdan tevbigere. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Bila zarokên kesî nemirin.”
‘Bila hemû dayik dest bidin hev’
Hatîce Baytur bi lêv kir ku pêvajoya pevçûnê de zarokê xwe winda kiriye û wiha bi lêv kir: “Me cenazeya xwe jî negirt. Em nizanin gora zarokê min li ku derê ye. Ji ber vê em naxwazin êdî tu dayik êşê bikşînin. Tevî evqas êş em dayik dîsa jî aştiyê dixwazin. Bila hemû dayik dest bidin hev û roja dayikan pîroz bikin. Ev ax ji ber mirin û girtinan bêzar bûye. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bang li hemû dayikan dikim; êdî bes e, bila tu dayik êşê nekişînin.”
‘Bila aştî û edalet pêk bê’
Hatîce Durmuş jî destnîşan kir ku pêvajoya pevçûnê de kurê xwe li Şengalê winda kiriye û wê jî ev tişt anî ziman: “Kezeba me şewitî bila yên dayikên din neşewite. Em yekitî û wekheviyê dixwazin. Em heta dawî doza zarokên xwe dişopînin. Têkoşîna me hemûyan yek e. Divê hemû Kurd bibin yek. Bila kes nemire û kezeba kesî neşewite. Bila aştî û edalet bê ser vê axê.”
‘Em amade ne’
Mevlude Gungen jî destnîşan kir ku keça xwe Emîne Gungen di pevçûnan de winda kiriye û wiha dawî lê anî: “Ez roja dayikan li hemû dayikan pîroz dikim. Em aştiyê dixwazin. Em mirinan naxawzin. Bila kes êşê nejî.Ji bo aştiyê em amade ne. Çi para me bikeve em dikin. Lê dewletê Hîna tu gav navêtiye. Êdî bila ew jî gavê bavêjin.”







