Di ser qirkirina Ermeniyan re 111 sal derbas bû

  • 09:04 24 Nîsan 2026
  • Rojane
 
Jiyan Gencan
 
HESEKÊ- Rêvebera Meclisa Ermen a Sûrî Arîf Qesebiyan anî ziman ku Ermenî di gelek komkujiyan re derbas bûne û ji ber wê jî xwe rêxistin kirin, ji ber ku xweparastina wan pêwîstiyeke jiyanî bu.
 
Di sala 1914’an de bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo Îtîhat û Terakî ya Tirk derfet çêbû ku bi hînceta "derxistina aloziyan" Ermeniyan qetil bikin. Di destpêkê de bi propagandeyekê xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh digirin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin û  çek girtinie. Ev parçeyek ji amadekariyên komkujiyê bûn.
 
 Di 24’ê Nîsana 1915’an de Osmaniyan dest bi pêngava qirkirina Ermeniyan kir û vê êrîşê berdewam kir.  Di êrîşa ku bi salan li herêmên di bin kontrola Osmaniyan de berdewam kir, milyon û nîvek ermenî hatin qetilkirin û  ji 500 hezar Ermenî zêdetir ji cih û warên xwe bûn.  Ev qirkirin di dîrokê de weke qirkirina Ermeniyan tê binavkirin. Lê heta niha jî dewleta Tirk vê komkujiyê, weke qirkirin qebûl nake. Li gel ku di ser Qirkirina Ermeniyan re 111 sal derbas bûne hîn jî dewleta Tirk li ser gelê  Kurd û gelên din ên  bindest komkujiyan pêk tîne.  Li seranserî cîhanê hata niha 34 welatan ev qirkirin weke komkujî nas kiriye.
 
Li ser komkujiya Ermeniyan Rêvebera Meclisa Ermen a Sûrî Arîf Qesebiyan ji ajansa me re axavî.
 
Arîf Qesebiyan di destpêka axaftina xwe de bahsa dema komkujiyê kir û got: " Komkujiya 24'ê Nîsanê heta em sax bin em ê wê ji bîr nekin. Milyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin û bi hezaran kes winda bûn. Çîroka ermeniyan çîrokek gelek dijwar e.  Dema ku em bahsa wê komkujiyê dikin wekî êşa bê derman e.  Em  bi eslê xwe ji Riha ne li Riha komkujî çêdibe û kalê min yek ji wan kesa ye ku ji komkujiyê xilas dibe. Kalê min çend şev û rojan hewl daye û xwe gîhandiye  Amudê. Kalê min gelek zahmetî kêşandibû. Dayika kalê min ji bo nekeve destê dijmin xwe dikuje. Kalê min gelek tişt dîtibûn û bi gelek zahmetiyan re rû bi rû mabû. Niha jî em ermenî jiyana xwe ji nava hemû pêkhaateyên Sûriyeyê de berdewam dikin."
 
'Gelek erîş li ser çand ziman û nasnameya me hatin kirin'
 
Arîf  Qesebiyan diyar kir ku di dema rejîma Baasê de jî ermeniyan gelek zahmetî kêşandin û wiha anî ziman: " Di dema Baasê de rejîm ji bo em bi zimanê xwe biaxivîn hin dibistan ava kiribûn û di parlementoyê de kursîyek dabûn me. Lê digot hûn bi tu awayî nikarin beşdarî siyasetê bibin. Tenê cîh dan me lê mafê me nîn bû. Di nava 14 salên dawî de jî gelek komkujî bi serê ermeniyan de hatin. Li Girê Spî, Serêkaniyê, Efrînê gelek ermenî hatin qetilkirin û cîh û warên wan weran kirin. Gelek erîş li ser çand ziman û nasnameya me hat kirin."
 
'Me li Rojava Meclîsên xwe ava kirin'
 
Arîf  Qesebiyan anî ziman ku  bi şoreşa Rojava re wan jî sazî û meclisên xwe ava kirin e û got: " Pîştî avakirina Rêvebriya Xweser hemû pêkhateyan meclîsên xwe ava kirine. Em wekî Ermen jî me dest bi rêxistina xwe kir û me meclîsên xwe ava kirin. Me ermeniyan gelek zahmetî kêşandine wekî netew me dest bi lêgerîna nasnameya xwe kir. Heta niha jî li ser ziman, çand û hebûna me Ermeniyan xeteriya komkujiyê heye. Ji ber wê rexistinbûyîna me pêwîstiyek bû."
 
'Em ê li her derê parastina xwe bikin'
 
Arîf  Qesebiyan anî ziman ku ew xwe yek ji pêkhateyên Sûriyeyê dibinin û wiha got: " Em xwe yek ji pêkhateyên Sûriyeyê dibînin, ji bo wê jî em ê parastina axa xwe bikin. Wekî Ermenî jî em ê li her deverê parastina xwe bikin. Ermeniyan di demên derbasbûyî de parastina xwe nekaribûn bikin û di komkujiyan re derbas bûn. Lê niha ji bo parastina xwe Ermenî xwe rêxistin dikin."
 
'Emê dîroka xwe nedin jibîrkirin'
 
Arîf  Qesebiyan anî ziman ku dîroka xwe dê nedin jibîrkirin û wiha bi dawî kir: " komkujiya ku Ermeniyan jiya di dîrokê de cih  girt. Tiştên ku bav û bapîrên min ji min re gotine ew ne tene çîrok in ew dîrok e. Tişta ku bapîrên me jiyane niha em ji arokên xwe re vedibêjin. Ji bo ku dîroka me neye jibîrkirin. Eger em  dîroka xwe nizanibin em ê nasnameeya xwe hunda bikin. Divê hemû netew ermeniyan ji xwe re bikin mînak, em di komkujiyê re derbas bûne divê ew komkujî neyê jibîrkirin. Em di qirkirina çandî û fîzîkî re derbasbûn divê ew neye jibîrkirin."