Tevî biryara binpêkirinê ji nû ve ceza li Neşe Îdîl hat birîn
- 19:11 22 Nîsan 2026
- Hiqûq
STENBOL- Piştî biryara ‘binpêkirin mafê darizandina adîlane’ ya DDB’ê di doza ji nûve hat d3itin de der barê rojnameger Neşe Îdîl de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ salek û 3 meh ceza hat birîn.
Piştî biryara ‘binpêkirin mafê darizandina adîlane’ ya Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) doza der barê rojnameger Neşe Îdîl ji nûve li 22’emîn DAdgeha Ceza Giran a Stenbolê hat dîtin. Der barê Neşe Îdîl de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji nû ve salek û 3 meh ceza hat birîn.
Der barê Neşe Îdîl de bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî de di 2023’an de bi îdiaya ‘propaganda terorê’ doz hat vekirin û 22’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê di 20’ê Sibata 2024’an de salek û sê meh ceza birî bû. Li ser îtîrazê Yekitiya Hiqûqê ya MLSA’yê dosya bir DDB’ê û DDB’ê biryara binpêkirina darizandina adîlane dabû.
Di runiştian ku îro hat dîtin de ceza ji nûve li Neşe Îdîl hat birîn. Riya îstînafê jî vekirî hat hiştin.







