Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanan qebûl dike

  • 20:18 6 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a bajarê Dirbêsiyê bi dehan Kurdên ku ji nasnameya Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin pêşwazî dike.
 
Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê deriyê tomarkirina Kurdên ku di 1962an de ji hemwelatîbûna Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin, vekir.
 
Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji saetên sibehê ve berê xwe da daîreyê ku navên xwe qeyd bikin. Qeydkirin saet ji 9.00an sibehê heta saet 15.00an ve hat destpêkirin û wê heta mehekê li gel qabiliyeta dirêjkirina demê vekirî be.
 
10 karmendên Daîreya Qeyd Sivîl, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê li ser xebata tomarkirinê disekinin, ji serlêdanan tê xwestin ku belgeya bicihbûnê, belgeyek danasînê tevî îsbatên kesayetên ên dîtir weke îsbata kesayeta pêşkêşkirî tê xwestin.
 
Gerînendeyê daîreyê Ebdullah Ebdullah li ser mekanzîmeya pêşkêşkirinê ya mektûman ji ANHAyê re axivî. Ebdullah destnîşan kir ku daîreyên têkildarî alîkariya welatiyan çi kes an jî malbat dibin dikin, lê şert e ku cihê rûniştinê û belgeya danasînê, dosyayên îsbatkirinê bi daxwaznameyan re hebin. Ebdullah anî ziman ku wê komîteya pêşwazîkirinê daxwaznameyan lêkolîn bike û hevdîtinê bi kesan re bike ku agahiyan bi awayekî fermî di demek bê de tesbît bike.